Li Enbar 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Dije Terora Iraqê ragihand ku di encama operasyonên cuda de 3 çeteyên DAIŞ’ê li navçeyên Rumadî, Felûce û Qayim ên parêzgeha Enbarê hatin girtin.

Li Enbar 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
12 tîrmeh, 2026   15:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgeha Dije Terora Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li navçeya Rumadî, Felûce û Qayim ên ser bi parêzgeha Enbarê, operasyonên cuda li dijî çeteyên DAIŞ’ê hate lidarxistin.

Hate diyarkirin ku di encama operasyonan de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Dezgehê ragihand ku li parêzgeha Diyaleyê stargehên DAIŞ’ê hatin teqandin, hejmarek amûr û teqemeniyên çeteyan hatin dîtin û desteser kirin