Li deverên cuda yên Sûriyeyê 15 kes hatin kuştin

Li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 15 kes hatin kuştin.

Li deverên cuda yên Sûriyeyê 15 kes hatin kuştin
11 sibat, 2025   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate zanîn ku li gundê Necîh ê bakurê Derayê efserekî rejîma berê bi navê Rustem El Xezalî kuştî hat dîtin. Li bejahiya Tibnî ya rojhilatê Dêrazorê jî 3 cenaze di korteke biçûk de hatin dîtin. Li gorî çavkaniyên xwecih li nêzî heman cihî li ser rêya Tiwêm a gundewarê rojavayê Hemayê cenazeyê kesekî 60 salî hat dîtin.

Li bajarê Mari yê gundewarê bakurê Helebê jî ciwanek ku bombeyek destan pê re hebû, bi şaştî bombe bi xwe de teqandin û jiyana xwe ji dest da. 

Li bejahiya El Suxne ya rojhilatê bajarê Humisê jî ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer 4 kes hatin kuştin û li gundê Şomeriyê yê rojavayê Humisê jî 3 zarok ji ber teqîna mayînekê mirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji bajarê Zakiye yê gundewarê rojavayê Şamê ji ber nakokiyên li ser erdekî pevçûn di navbera du malbatan de derket. Di encama pevçûnê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî SOHR’ê li gundewarê Serêkaniyê bazirganekî çekan ji aliyê komeke çekdar ve hat qetilkirin. Hate diyarkirin ku cenazeyê bazirgan di navbera gundên Katûf û Til Ziyab de hat dîtin.