Iraqê vegerandina welatiyên xwe yên li kampa Holê rawestand

Wezîra Koç û Koçberiyê ya Iraqê ragihand ku wan vegerandina iraqiyan ji kampa Holê rawestand.

Iraqê vegerandina welatiyên xwe yên li kampa Holê rawestand
11 sibat, 2025   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayîq Cabiro got, piştî alîkariyên Amerîkayê sekinin, ajansên naveteweyî xebatên xwe li kampa Holê rawestandin.

Îvan Fayîq Cabiro di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku vegerandina penaberên iraqî ji kampa Holê dê were sekiandin û got: "Sûriye agahî da me ku ew niyet dike kampa Holê ji hev bixe. Ev yekî metirsiyên mezin çêdikin."

Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê da zanîn eger penaberên li Sûriyeyê bi tundî bên vegerandin dê rêbazên dîtir hebin.

Rêveberiya Kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya vegera bi dilxwazî de, 9’ê Sibatê 155 malbatên iraqê ku ji nêzî 494 kesan pêk dihat ber bi Iraqê ve bi rê kir. Ji 2022’an ve penaberên Iraqî li gorî 21 koman ji kampa Holê diman vegeriyan warê xwe.

(bb)