Li Dêrikê civîneke girseyî hat lidarxistin

Li bajarê Dêrikê ji bo nirxandina pêşketinên dawîn ên siyasî û pêvajoya entegrasyonê civîneke girseyî hat lidarxistin.

Li Dêrikê civîneke girseyî hat lidarxistin
Li Dêrikê civîneke girseyî hat lidarxistin
Li Dêrikê civîneke girseyî hat lidarxistin
29 nîsan, 2026   15:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) îro li Navenda Ciwanên Şoreşger a li bajarê Dêrikê civînek li dar xist.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre rêvebera Kongra Star Fatma Mihemed axivî û destnîşan kir ku qonaxa heyî ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd di çarçoveya destûra nû ya Sûriyeyê de têkoşîneke gel a hişmend hewce dike.

Fatmayê diyar kir ku gelê Kurd bi îdeolojiyeke li ser bingeha regezên edalet, hevgirtin, demokrasî û jiyana hevbeş ve girêdayî ye û hewl dide van rêgezan di destûra Sûriyeyê de bi cih bike.

Fatma Mihemed her wiha bal kişand ser yekitiya Kurdan ji bo parastina destkeftiyên şehîdan di şoreşa Rojava de û da zanîn ku ev yekitî bûye hêzek li hember planên li dijî destkeftiyên gel.

Di dawiya civînê de, beşdaran da zanîn yekitî û hevgirtina gel rêya bingehîn a bidestxistina serkeftinê û parastina destkeftiyên şehîdan e.

(k)