DAIŞ’ê kuştina leşkerekî hikumeta demkî ya Sûriyeyê girt ser xwe

Çeteyên DAIŞ`ê berpirsyariya kuştina endamekî Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê li bajarê El Raî yê parêzgeha Helebê girt ser xwe.

DAIŞ’ê kuştina leşkerekî hikumeta demkî ya Sûriyeyê girt ser xwe
29 nîsan, 2026   15:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ`ê di daxuyaniyekê de berpirsyariya kuştina endamekî Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku roja Sêşemê li bajarê El Raî yê li bakurê parêzgeha Helebê hatibû gulebarankirin, girt ser xwe.

Çeteyên DAIŞ`ê artêşa Sûriyeyê wek “murted” bi nav kiribû.

Duh li Sûriyeyê rêzebûyerên cuda qewimîn û di encamê de endamekî Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê hat kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn.

(k)