Li Belucistanê operasyona artêşa Pakistanê: 27 kes hatin kuştin

Di operasyona artêşa Pakistanê ya li herêma Kaçî ya eyaleta Belûçistanê ya li başûrê rojavayê Pakistanê de 27 kes hatin kuştin.

Li Belucistanê operasyona artêşa Pakistanê: 27 kes hatin kuştin
14 ÇILE, 2025   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Pakistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li başûrê rojavayê Pakistanê li herêma Kaçî ya parêzgeha Belûcistanê operasyonek li dar xist û di encamê de 27 kes hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên ewlehiyê li gorî agahiyên îstîxbaratî tevgeriyan û wiha hate gotin: "Kesên hatine kuştin terorîst in; destên wan di çalakiyên terorî yên li dijî hêzên ewlehiyê û sivîlên bêguneh de hene. Loma dezgehên ewlehiyê li wan digeriyan."

(bb)