Li Amûdê 2 şehîdên QSDˊê hatin oxirkirin

Bi dehan xelkê bajarê Amûdê cenazeyên 2 şervanên Hêzên Komandos ên girêdayî QSDˊê şehîd Zûlfeqar û Bahoz oxir kirin.

24 nîsan, 2026   14:48
QAMIŞLO

Xelkê bajarê Amûdê û endamên saziyan cenazeyên 2 şervanên Hêzên Komandos ên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Zûlfeqar (Muhened Hekîm) û Bahoz (Osman Ebe) li Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl oxir kirin. Her du şervan di 21'ê Çileyê de li Reqayê di encama bersivdana êrişên komên girêdayî hikumeta demkî de şehîd bûbûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Zîwar Elî axivî û got: "Têkoşîn û berxwedana van şehîdan hişt ku em bi aramî li vir jiyan bikin. Ji bo ku em rastiya van şehîdan bêhtir nas bikin divê ku em Rêber Apo nas bikin."

Piştre Rêveberê Meclisa Leşkerî Berxwedan Amûdê sersaxî da malbatên şehîdan got:" Van herdu şehîdan di cengê rûmetê de berxwedanî û qehremantiyek pir mezin dan meşandin heya gihiştin asta şihadetê. Em jî wek şervan em tola wan li erdê nahêlin û em ê çeka wan hildin heya ku nuqteyek xwîn di canê me de hebe."

Endama Kongra Star Newar Xalid jî anî ziman ku: "Berxwedana ku şehîdên me dane meşandin wê tu carî neyê jibîrkirin. Em soza xwe li hember şehîdên xwe nû dikin."

Piştî axaftinan cenazeyên her du şehîdan bi diruşma "Şehîd Namirin" hatin definkirin.

Piştî xwendina wesîqeyên şehîdan û radestkirina ji malbatên wan re, şêniyan berê xwe da konê sersaxiyê ya her du şehîdan.

(fr)

ANHA