Li 4 bajarên Cizîrê pîrozbahiyên cejna Akîtu

Gelê Suryan, Aşûr û Keldan dê cejna Akîtu li 4 bajarên Herêma Cizîrê bi coş û kêfxweşî pîroz bikin.

Li 4 bajarên Cizîrê pîrozbahiyên cejna Akîtu
Li 4 bajarên Cizîrê pîrozbahiyên cejna Akîtu
Li 4 bajarên Cizîrê pîrozbahiyên cejna Akîtu
29 adar, 2026   14:41
HESEKÊ

Li bajarên Herêma Cizîrê dê cejna Akîtu ya 6776`an a serêsalê Babil-Aşûrî were pîroz kirin.

Gelê Suryan, Aşûrî û Keldan destpêka demsala Biharê 1`ê Nîsanê her sal cejna Akîtu pîroz dikin. Bi boneya cejna Akîtu merasîmên olî û çandî lidardixin. Bi cejna Akîtu re kevneşopî û çanda xwe diparêzin û ji bo wan destpêka nûbûna jiyanê ye.

Di pîrozbahiyên cejna Akîtu de dê peyama misgerkirina mafên gelê Suryan, Aşûr û Keldan û ziman werin dayîn û daxwaz bikin ku dewleta Sûriyeyê cejna Akîtu weke cejneke neteweyî nas bike û di destûrê Sûriyeyê de garantiya parastina nasnameya wan a çandî bide.

Yekitiya Ciwanên Suryanî yên Pêşverû û Yekitiya Ciwanên Aşûrî raghandin ku dê li bajarê Hesekê û Qamişlo bi şev meşa bi erebeyan birêxistin bikin. Li Hesekê roja duşemê (30 Adarê 2026`an) saet 18:00 ji qada Şehîdên Suryan û Aşûrî ya taxa El Nasra û li bajarê Qamişlo di heman rojê de saet 16:00 meş organîze bikin.

Partiya Yekitiya Suryan jî raghand ku dê roja çarşemê (1`ê Nîsanê 2026`an) pîrozbahiyên li bajarên Cizîrê birêxistin bikin.

Bernameya wiha ye:

Til Temir: Gundê Til Werdiyat saet 10:30 bi alîkariya Partiya Aşûrî ya Demokratîk birêxistin bikin.

Qamişlo: Li gundê Demxiya Mezin saet 11:00

Tirbespiyê: Li gundê Kerşêran-Qebrê Hiyorî saet 11:00

Dêrik: Li gundê El Hekemiyê saet 14:00

Cejna Akîtu yek ji cejnên kevnar ên mirovahiyê ye, koka wê ji şaristaniyên kevn ên Mezepotamiya bi taybet şaristaniya Somerî, Babilî û Aşûrî tê. Cejna Akîtu tê wateya di vê rojê de xweza xwe nû dike û destpêkirina saleke nû.

Dîroka cejna Akîtu zêdetirî 4 hezar salî ye. Li perestgehên xwedawendan ên Babil û Aşûr bi taybet perestgeha Mardok a Babilan cejna Akîtu pîroz dikirin. Di pîrozbahiyên Akîtu de merasîmên olî û çandî birêxistin dikin, pîrozbahî çêdikin û meşan organîze dikin.

Di şaristaniya Aşûrî de 12 rojan li ser hevdû cejna Akîtu pîroz dikirin. Pîrozbahî, merasîmên olî, meş birêxistin dikirin. Di cejnê de ji xwedayan qurbanî didan û ji nû ve efsaneya afirandina Babîliyan pêşkêş dikirin. Li gel Aşûriyan cejna Akîtu tê wateya serkeftina sîstemê li hemberî kaosê û peymana di navbera xwedawend û mirovan tê nûkirin.

ANHA