Heyva Sor a Kurd: Pêdiviya koçberan bi çareseriyeke daîmî heye

Heyva Sor a Kurd diyar kir ku bi êrişên komên hikumeta demkî re pêla koçberiyê destpêka îsal (2026) zêdetir bû. Her wiha alîkariyên ku pêşkêşî koçberan hatine kirin, vegot û îşaret pê kir kir ku pêdiviya koçberan bi çareseriyeke daimî heye.

Heyva Sor a Kurd: Pêdiviya koçberan bi çareseriyeke daîmî heye
Heyva Sor a Kurd: Pêdiviya koçberan bi çareseriyeke daîmî heye
Heyva Sor a Kurd: Pêdiviya koçberan bi çareseriyeke daîmî heye
Heyva Sor a Kurd: Pêdiviya koçberan bi çareseriyeke daîmî heye
Heyva Sor a Kurd: Pêdiviya koçberan bi çareseriyeke daîmî heye
Heyva Sor a Kurd: Pêdiviya koçberan bi çareseriyeke daîmî heye
Heyva Sor a Kurd: Pêdiviya koçberan bi çareseriyeke daîmî heye
29 adar, 2026   15:16
QAMIŞLO

Heyva Sor a Kurd der barê rewşa dawî û pêla koçberiyê ya ji Efrîn, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, her wiha koçberiya ji Reqa û Tebqayê û alîkariyên ku derbasî Rojavayê bûne de daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li Navenda Heyva Sor a Kurd a li bajarê Qamişloyê bi tevlîbûna endamên Heyva Sor û rojnemevanan hat dayîn.

Hevserokê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa daxuyaniyek bi zimanê erebî xwend û got: "Pêleke nû ji koçberiyekê bi êş, di 18’ê Kanûna 2026’an de dest pê kiriye. Ev pêl ne koçberiyek nû ye, lê berdewamîya êş û zorê ye ku ji sala 2018’an ve didome. Dema ku êrişên Tirkiye û komên girêdayî wê gelê Efrînê mecbûr kirin ku ji warê xwe koç bikin. Gelek ji wan paşê çûn Şehbayê û piştî wê jî ji bo dîtina aramiyê ber bi herêmên Tebqa û Reqa ve koç kirin. Bi êrişên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser herêmên Tebqa û Reqa û bi bilindbûna astê komkujiyan re,  gelê Efrînê û niştecihên van herêman careke din mecbûr bûn û koçî herêmên Cizîrê  ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Koçber li bajarên wekî Hesekê, Qamişlo, Dêrik, Dirbêsiyê, Tirbêspiyê, Girkê Legê, Rimêlan û Amûdê di dibistanan, mizgeftan, kampa Serêkaniyê û malên nav taxan de wekî stargehan cih bûne.''

Li gorî daneyên di daxuyaniyê de hatin parvekirin, di encama êrişên komên hikumeta demkî de zêdetirî 60 hezar kes koçber bûne ku li sedan stargehan dimînin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Ji kêliyên destpêkê ya hatina koçberan ve, malbat bi rewşek mirovahî ya dijwar re rû bi rû bûn. Ev rewş her ku diçe dijwartir dibe. Kêmasiya cihê aramgiriyê, betanî û madeyên germkirinê, kêmbûna xwarin û ava paqij, kêmasiya karûbarên tenduristiyê û zexta mezin li ser derfetên herêmî di şertên zivistanê yên dijwar de hebû. Li beramberê vê rewşa lezgîn, Heyva Sor a Kurd di demeke kurt de dest bi bersivdana lezgînî kir, tedawiya lezgîn pêşkêş kir, nexweşên rewşa wan giran birin nexweşxaneyan, kilîkên gerok xistin tevgerê, navendên tenduristiyê bi dermanan û pêwistiyan dagirtin, her wiha paketên xwarinê, madeyên paqijiyê û depoyên avê hatin belavkirin. Cil, nivîn û sobe, şîr û pêdiviyên zarokan, xwarina hazir û nan, her wiha pere li koçberan hatin belavkirin."

Her wiha hat bibîrixtin ku Heyva Sor a Kurd 2 karwanên alîkariyê ber bi Kobanê ve şandin û bi rêya çalakiyên cuda jî desteka dirûnî û civakî pêşkêşî zarokan kirin.

Di daxuyaniyê de hate desntîşankirin ku di dema koçberiyê de wan girîngî dan zarok, jin, kesên bi temen û nexweşan rewşa wan a tenduristiyê bi domdarî dişopandin.

Hevya Sor a Kurd bal kişand ser alîkariyên ku wergirtine û ev agahî parve kirin:

Ji Rêxistina Kurdistan Save the Children: 984 paketên pêdiviyên zarokan û 4 kamyon derman.

Ji Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) 45 tankerên avê.

Ji Kanal 8: 150 kamyonên alîkariyê.

Ji Dezgeha Kerkûk a Xêrwaziyê: 34 kamyonên xurekê.

Ji Kampanyaya Kezî: 3 kamyonên madeyên xurekê.

Ji Kanal 8, Bloka Helwest û Dezgeha Kerûkûk a Xêrwaziyê: 4 kamyonên bi 45 ton derman  barkirî.

Ji gelê Başûrê Kurdistanê: Hecî Awa (7 kamyon), Pêncewîn (3 kamyon), Çemçemal û Kelar (3 kamyonên derman û xwarinê), Senger (2 kamyon), Silêmanî (2 kamyon), Ranya (kamyonek) û Seyid Sadiq (kamyonek xurekê).

Ji Rêxistina Nahri: Kamyonek derman û cilan û 30 tankerên avê.

Ji kampanyayên xwecih: Rcell ( hezar paketên xwarinê), kampanyaya Rojda û ciwanên li Almanyayê (4 ton cil).

Ji Kanala Kurdsat û Rêxistina Parastina Zarokên Kurdisatanê 30 ton derman.

Li gorî daxuyaniyê alîkariyên hatine belavkirin bi vî rengî ne:

Bijîşkî: 120 ton derman û pêdiviyên tenduristiyê li nexweşxaneyan, ji; Nexweşxaneya Fereman (Qamişlo) Tişî, Sûriye Texesusî, Sara, Nûr, Nafiz, Murad, Xabûr, Gel, Darî, Necme, Cizîrê, Selam, Şehîd Tekîn, Dar El Şîfa û Rehma hatin belavkirin.

4 hezar û 120 qutîkên şîrên zarokan û 5 hezar û 399 pêçekên zarokan.

16 hezar û 77 paketên xwarinê û 8 hezar û 772 xwarina hazir.

404 nivîn, 975 sobe, pêdiviyên metbex û yên raxistinê, hezar û 322 lampeyên enerjiya tavê.

Hezar û 782 kartonên cilan û 750 kartonên pêlavan.

Alîkariya diravî li 674 malbatan hatin belavkirin.

115 paketên lîstikên zarokan hatin belavkirin.

Hezar û 669 paketên madeyên paqijkirinê.

145 tanketên avê.

2 hezar û 799 turbe ard.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku belavkirina alîkariyan hîna berdewam e û hate gotin "Di encama piştgiriya berfireh û hevgirtina gel de bersiva lezgîn û çalak hat dayîn. Bi vê yekê jiyana bi hezaran kesî hat rizgarkirin."

Heyva Sor a Kurd spasiya hemû kesên alîkarî dane, bi taybet Heyva Sor a Kurdistanê, rêxistinên xwecih û navneteweyî, gelên Bakur û Başûrê Kurdistanê, kesên li hundir û derveyî welat kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tevî pirsgirêkên mezin, xetereyên hewlehiyê û mercên baran, lehî û berfê jî xebatkarên Heyva Sor a Kurd xebatên xwe bi derfetên di destê wê de heya niha didomînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, pêdiviya koçberan ne tenê bi alîkariyên mirovî yên lezgîn hene, lê belê pêdivî bi çareseriyeke daîmî heye ku dawîn li êşên wan dubare binîne û ewlehî û rûmeta wan misoger bike.

Di dawiya daxuyaniyê de sînevîzyonek li ser pêşwazîkirina koçberan û alîkariyên ku Heyva Sor a Kurd pêşkêşî wan kirine, hat pêşandan.

(bb)