Lavrov: Ukrayna bi çekên Tirkan êrişî Rûsyayê dike

Sergey Lavrov diyar kir ku Ukrayna bi çekên dewleta Tirk êrişî leşker û sivîlên Rûsyayê dike û got welatê wî ji nêzîkatiyên dewleta Tirk matmayî ye.

Lavrov: Ukrayna bi çekên Tirkan êrişî Rûsyayê dike
1 mijdar, 2024   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevpeyvîneke li gel dezgeheke çapemeniyê ya Tirk de anî ziman ku dewleta Tirk şandina çekan ji bo Kievê didomîne û welatê wî ji ber vê yekê matmayî ye. 

Lavrov got: "Hêzên çekdar ên Ukraynayê bi çekên Tirkan leşker û sivîlên Rûs qetil dikin."

Lavrov di hevpeyvînê de ku îro hatiye weşandin, got di demekê de ku Tirk dibêjin ew amade ne ji bo rawestandina şerê Rûsya-Ukraynayê navbeynkariyê bike, destekdayîna wê ya leşkerî ya bi Ukraynayê re mirov matmayî dike.

(bb)