Kurd, Ereb û Suryan ên Girkê Legê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir

Şêniyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê soza şopandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya tevahî însiyatîfên pêkanîna aştiyê, dubare kir.

Kurd, Ereb û Suryan ên Girkê Legê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
Kurd, Ereb û Suryan ên Girkê Legê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
Kurd, Ereb û Suryan ên Girkê Legê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
Kurd, Ereb û Suryan ên Girkê Legê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
Kurd, Ereb û Suryan ên Girkê Legê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
Kurd, Ereb û Suryan ên Girkê Legê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
Kurd, Ereb û Suryan ên Girkê Legê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
15 sibat, 2025   17:38
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên ji bajarên Girkê Legê, Çilaxa, Rimêlan û Til Koçerê li Qada Şehîd Xebat a li rojhilatê bajarê Girkê Legê kom bûn, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û diruşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” û”Azadiya Rêber Apo azadiya me ye” hildan.

Çalakiya girseyî bi diruşma “Em ê roja reş bikin roja azadiya Rêber Apo” bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Dûre rêvebera Kongra Star Şîraz Hemo axivî û got Rêber Abdullah Ocalan jiyana xwe di oxira doza gelê Kurd û pêkanîna azadiya gelên di siyasetên mêtingerî û çewisandinê re derbas bûne de, derbas kir.

Şîraz wiha domand: “Îro dem hatiye ku em sînorekê ji van siyasetan re deynin. Em baş dizanin ku li gel Rêber Abdullah Ocalan çareserî ji van pirsgirêkên li herêmê re hene. Em li vir soza xwe ya piştgiriya ji tevahî însiyatîfên ji bo aştiyê tên lidarxistin re nû dikin û em ê têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî bilind bikin.”

Her wiha endamê Meclisa Bajarê Girkê Legê Ebdurezaq El Salim jî got: “Bi hezaran ji pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan ji bo daxwaza pêkanîna azadiya Rêbertî li vir kom bûne. Ev kombûn ji bo civata navneteweyî peyamek e ku heya pêkanîna azadiya Rêbertî û wergirtina mafên me yên rewa têkoşîna xwe didomînin.”

Ebdurezaq di dawiyê de got komploya ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de gelên herêmê hedef girtiye de têk çû, ji ber ku bi milyonan gelên cîhanê xwedî li fikra Rêber Abdullah Ocalan a demokratîk derketin.

(fr)