‛Em roja qirkirina gelan komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin’

Bi hezaran xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina pergala êşkence û qirkirinê li Îmraliyê, bi diruşma “Em roja qirkirina gelan komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin’ meşek li dar xist.

15 sibat, 2025   16:49
HELEB

Di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo salvegera 26‛an a revandina Rêber Abdullah tên lidarxistin de, bi hezaran xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berê xwe da qadan. 

Ji saetên sibehê ve, şêniyên her du taxan li pêş hola 8’ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûdê kom bûne, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên “Em roja qirkirina gelan komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin” hildan.

Dûre keç û xortû biçûk û mezin li kolanên her du taxan geriyan û diruşmên “Azadî ji bo Rêberê neteweyî”, “Bê serokê jiyana nabe” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” berz kirin.

Piştî girse gihîşt çerxerêya Zeytûn a li taxa Eşrefiyê, meş vegerî mitîngê. Li wir berdevka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Amine Xidor û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Baran Dilbihar axivîn.

‛AZADIYA RÊBERTÎ WÊ RÊYA AŞTIYÊ LI ROJHILATA NAVÎN VEKE’

Baran Dilbihar di axaftina xwe de têkoşîna gelê li her çar parçeyên Kurdistanê ya ji bo têkbirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan silav kir.

Dilbihar wiha got: “Yek ji sedemên hûnandina komployê ji hêla dewletên kapîtalîst ve, lawaziya hêzên çepgir ên sosyalîst, dûrxistina ji gel û ketina qalibê pergala dewletê ye. Lê ji ber ku PKK‛ê û Rêberê wê Abdullah Ocalan ji rêya parastina gel derneket bûn hedefa wan pergalên kapîtalîst.”

Di dawiyê de Baran Dilbihar diyar kir ku wê misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rê li pêş azadiya gelên li Rojhilata Navîn jî veke û şerê heyî bi dawî bike.

‛FEDAKARIYÊN ŞEHÎDAN Û RÊBERTÎ DEMOKRASÎ PARASTIN’

 Amine Xidro jî li ser mijarê got: “Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan, ji bo pêkanîna aştiyê û demokrasiyê li tevahî herêmê, bi fedakariyên xwe xewn kirin rastî.”

Amine anî ziman ku armanca revandina Rêber Abdullah Ocalan têbkrina şoreşa azadiyê bû û got Rêber Abdullah Ocalan komplo têk bir.

Meş bi sozdayîna şopandina berxwedan û têkoşîna şoreşgerî heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û avakirina welatekî demokrat û azad, bi dawî bû.

(fr)

ANHA