Koordînatorê Konseya Aştiyê: Deriyê wergirtina polîsan ji bo Şerîda Xezayê hat vekirin

Koordînatorê Konseya Aştiyê di civîna destpêkê ya konseyê li Washingtonê de destpêkirina wergirtina leşkeran ji bo hêzeke nû ya polîsên Filistînî ragihand û diyar kir ku ew ê serbixwe be, ne di bin serweriya Tevgera Hemasê de be.

Koordînatorê Konseya Aştiyê: Deriyê wergirtina polîsan ji bo Şerîda Xezayê hat vekirin
19 sibat, 2026   20:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînatorê Konseya Aştiyê Nikolay Mladenov ragihand ku îro ji bo avakirina hêzek polîsan li Şerîda Xezayê ku wê ji bandora Hamasê serbixwe be deriyê tevlîbûnê hat vekirin.

Mladenov di civîna destpêkê ya Konseyê li Washingtonê de got, "Tenê di çend saetên pêşîn ên vekirina pêvajoya serlêdanê de, 2 hezar kesan serlêdan kirin ku tev li Hêza Polîsan a Neteweyî ya Filistînî bibin."

(ac/fr)

ANHA