Konseya Ewlehiyê rewşa Sûriyeyê nîqaş kir; hişyariyên ji DAIŞˊê hatin dayîn

Konseya Ewlehiyê ya NYˊyê li ser rewşa li Sûriyeyê civînek li dar xist. Di civînê de bal li ser têkoşîna li dijî terorê û madeyên hişber, piştgiriya jinûve avakirina siyasî li Sûriyeyê, xurtkirina demokrasiyê û pêwîstiya beşdarbûna hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê hat kişandin.

Konseya Ewlehiyê rewşa Sûriyeyê nîqaş kir; hişyariyên ji DAIŞˊê hatin dayîn
18 adar, 2026   21:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Ewlehiyê ya NYˊyê îro li ser rewşa li Sûriyeyê civînek li dar xist, di wê civînê de nûnerê hikumeta demkî ya Sûriyeyê yê Konseya Ewlehiyê, Îbrahîm Ulebî diyar kir ku "Sûriyeya nû" di bidawîkirina pirsgirêka Captagonê de bi ser ketiye û di têkoşîna li dijî madeyên hişberê de bûye pêşeng. Ulebî bal kişand ser vegerandina pêşengtiya neteweyî di hewldanên rûbirûbûna DAIŞˊê de, digel hevkariya bêhempa bi komîteyên navneteweyî re. Her wiha Ulebî Îsraîl bi berdewama binpêkirinên li başûrê Sûriyeyê tawanbar kir.

Cîgirê Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NYˊyê ji bo Sûriyeyê Claudio Cordone hevkariya hikumeta demkî bi aliyên herêmî û navneteweyî re pesinand û got van hewldanan pêşî li zêdebûna aloziyê girt û tedbîrên ji bo rêgirtina li ber bikaranîna xaka Sûriyeyê ji bo berfirehkirina çarçoveya aloziyê pesinand.

Cordone hişyarî da ku ligel kêmbûna DAIŞˊê di aliyê erdnîgarî de, lê bi rêya êrişan hîna çalak e, û hewl dide xwe ji nû ve komî ser hev bike. Cordone banga rêzgirtina serweriya Sûriyeyê û pabendbûna bi naveroka peymana 1974ˊan kir.

Nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Sûriyeyê diyar kir ku Serok Donald Trump girîngiyê dide piştgiriya Sûriyeyeke yekgirtî û bal kişand ser xurtkirina agirbesta li Siwêydayê ya bi piştgiriya DYA û Urdinê, û pêşketina ku di navbera Sûriye û Îsraîlê de.

Di heman çarçoveyê de, nûnerê Fransayê piştgiriya welatê xwe ji bo jinûve avakirina siyasî li Sûriyeyê û xurtkirina demokrasiyê anî ziman. Nûnerê Fransayê destnîşan kir ku pêwîstî hemû pêkhateyên Sûriyeyê beşdar bibin.

Nûnerê Rûsyayê jî hişyarî da ku kontrolkirina berdewam a Colan û deverên başûrê Sûriyeyê ji hêla Îsraîlê ve rîskên leşkerî zêde dike û banga rawestandina hewldanên qelskirina dewleta Sûriyeyê kir.

(fr)