Wê sibe komek din a dîlgirtiyan were berdan

Di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29ˊê Çileyê ya navbera QSDˊê û hikumeta demkî de komeke din a dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî tê berdan.

Wê sibe komek din a dîlgirtiyan were berdan
18 adar, 2026   21:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên taybet hatine girtin, wê sibe (pêncşem) komeke din a dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê were berdan.

Li gorî van agahiyan koma ku wê were berdan nêzî 300 dîlgirtî ne.

Li ser bingeha bicihanîna peymana 29ˊê Çileyê ya navbera QSDˊê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ev kom wê were berdan.

(fr)

ANHA