Kongreya Îslama Demokratîk bi şêniyên Dirbêsiyê re civiya

Kongreya Îslama Demokratîk bi şêniyên bajarê Dirbêsiyê re civiya û nêrîna xwe ya siyasî û olî ya der barê siberoja Sûriyeyê, rêbazên pêşxistina lihevhatinê, jiyana hevbeş û pirrengiyê de şîrove kir. Kongreyê destnîşan kir ku divê mafên pêkhateyan û mezheban bê dabînkirin, diyalog di navbera wan de xurttir bibe û Sûriyeya nenavendî bê avakirin.

Kongreya Îslama Demokratîk bi şêniyên Dirbêsiyê re civiya
Kongreya Îslama Demokratîk bi şêniyên Dirbêsiyê re civiya
Kongreya Îslama Demokratîk bi şêniyên Dirbêsiyê re civiya
Kongreya Îslama Demokratîk bi şêniyên Dirbêsiyê re civiya
Kongreya Îslama Demokratîk bi şêniyên Dirbêsiyê re civiya
Kongreya Îslama Demokratîk bi şêniyên Dirbêsiyê re civiya
Kongreya Îslama Demokratîk bi şêniyên Dirbêsiyê re civiya
28 îlon, 2025   17:11
HESEKÊ

Kongreya Îslama Demokratîk a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê bi şêniyan re civiya û nêrîna xwe ya siyasî û olî der barê siberoja Sûriyeyê de şîrove kir. Civîn li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajêr hate lidarxistin. Şênî, endamên saziyên sivîl û meclisên xwecih, tev li civînê bûn.

Endamê rêveber ê Kongreya Îslama Demokratîk a kantona Cizîrê Mihemed El Izo civîn birêve bir û destnîşan kir ku kongre xwe dispêre, raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û diyar kir ku bingeha rêgezên wî azadiya jinan, wekhevî, jiyana hevbeş û demokrasî ne yên ku îslam jî banga wê dike.

Endamê rêveber ê nivîsgeha Rêveberiyê û Birêxistinkirinê yê Meclisa Hesekê Mistefa Ebdo jî nêrîna siyasî û olî ya kongreyê xwend.

Xalên sereke yên nêrînê ev in: divê piştgiriya lihevhatinê li ser bingeha rastiyê, edaletê û naskirina pêkhateyên din, bê kirin. Divê komîteyên taybet ên lihevhatinê yên xwecih bên avakirin ku endamên wê nûnerên pêkhateyên olî bin (elewî, xiristiyan, dûrzî), divê diyalog di navbera ol û mezheban de bê xurtkirin, taybetmendiyên hev du nas bikin, komxebatên asayî ji oldaran re li dar bixin. Nûnertiya jinan di meclisên qanûnsaz û rêveberî de dabîn bin, amadekirina metaryalan li gorî rêgezên olî yên ku bingeha wê edalet, pirrengî, şûra û merhemet be. Divê girîngiyê bidin dîroka jiyana hevbeş a li Sûriyeyê, ciwan û jin bên xurtkirin û tev li jiyana olî, civakî û biryargirtinê bibin. Divê çavdêriya xîtabê olî bê kirin û wê ji olperestî û taîfiyetê dûr bixin. Xwe bispêrin, xîtabeke olî ya nîştimanî û hevgirtî. Divê xwedî li pergaleke nenavendî derkevin ku mafên destûrî yên pêkhateyan dabîn dike.

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a Hevgirtina Al El Beyt Xilûd Al Îsa erkên hevgirtinê diyar kir û got bingeha xebatên hevgirtinê, xurtkirina nirxên îslama nerm, belavkirina zanistê, parastina yekitiya neteweyê, redkirina parçekirinê, piştgiriya jiyana hevbeş û aştiyê di navbera pêkhateyan de û tev li pêvajoya siyasî bibe.

Di dawiya civînê de, teqezî bi xurtkirina xebatên Kongreya Îslama Demokratîk li Sûriyeyê û belavkirina têgehên îslama nerm, hate kirin.

(şx)

ANHA