Komîteya Çandiniyê nirxê kirîna tovê genim diyar kir

Komîteya Çandinî û Sewalvaniyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxê kirîna tonê tovê genimê pakkirî ya bi kalîte, bi 350 dolarî diyar kir.

Komîteya Çandiniyê nirxê kirîna tovê genim diyar kir
28 îlon, 2025   17:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Çandinî û Sewalvaniyê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser hesabê xwe yê Facebookê nirxê kirîna tonê tovê genimê pakkirî ragihand. Komîteyê aşkera kir ku dê tonê genimê pakkirî û bi kalîte bi 350 dolarî bifroşe cotkaran. 

Ji bo ku cotkar bikarin tovê bikirin, divê tedbîrên rêxistinî yên çandiniyê bi rêya yekîne û komîteyên çandiniyê yên li herêmên xwe, temam bikin.

Komîteya Çandiniyê di çarçoveya plansaziyeke giştî de ji bo piştgiriya qada çandiniyê û xurtkirina ewlehiya xwarinê ya xwecih, ev gav avêt. Her wiha dixwaze bi rêya tovên bi kalîte, hilberandina genim û kalîteya wê pêş bixe.

(şx)