Kongra Star şehîd Şîlan û hevrêyên wê bi bîr anîn

Koordînasyona Kongra Star şehîd Şîlan Kobanê û hevrêyên wê bi bîr anîn û got, Şoreşa Rojava li ser keda hevrê Şîlan ku kêlî bi kêlî  hatiye hûnandin hatiye avakirin.

Kongra Star şehîd Şîlan û hevrêyên wê bi bîr anîn
29 mijdar, 2025   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Komîteya Navendî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şîlan Kobanê (Meysa Baqî) û hevrêyên wê Zekeriya Îbrahîm, Hîkmet Tokmak (Fûad), Nebo Elî (Cemîl) û Hacî Cuma Elî (Ciwan) 29’ê Mijdara 2004’an bi komployekê hevbeş a rejîma Baasê û dewleta Tirk a dagirker li bajarê Mûsilê yê Iraqê hatin şehîdxisitin.

Bi boneya salvegera şehadeta Şîlan Kobanê û hevrêyên wê Koordînasyona Kongra Star daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

’’Di salvegera şahadeta wan de em hevrê Şîlan Kobanê (Meysa Baqî), Fuat (Hikmet Tokmak), Zekeriya Toros (Zekeriya Îbrahîm), Ciwan Kobanê (Hacî Cuma Elî), Cemîl Nebo (Nebo Elî) bi rêzdarî bibîr tînin û soza laqikbûyîna bîranîna wan dûbare dikin.

Beriya her tiştî em bi baldarî vê dibêjin, îro eger em li ser xakên xwe yên azad dijîn, bûne xwedî nasnameya xwe, di nava Rojhilata  Navîn û cihanê de bûne xwedî gotin,  wek jin eger îro em bi rêxistinkirine, em deyndarê hevrê weke Şîlan Kobanê ne. Ji ber ku di demeke herî zehmet de ku êrişên rejîma Sûriyeyê bi hemû awayên xwe rasterast li ser gelê Kurd pêk dihat, ku nedihişt yek xebat ji bo demokratîkbûyîna Sûriyeyê bimeşe. Van hevrêyan bi dildarî, wêrekiyeke mezin di nava van xakan de kar û xebat meşandin.

Hevrê Şîlan ji Helebê heta Şamê keda ku  dayî îro ji me re hîmê şoreşê ava kiriye. Em dizanin ku Şoreşa Rojava li ser keda hevrê Şîlan ku kêlî bi kêlî  hatiye hûnandin hatiye avakirin. 

Hevrê Şîlan hîn di temenê xwe ê biçûk de eleqeyek ji bo fikrên Serok Apo pêşxistibû. Ji xwe re weke xeyaleke mezin didît ku ew li pey fikrên Serok Apo bibe şervanek azadiyê. Dema ku ev derfet kete destê wê jî yekser ji Helebê heta Şamê tevlî kar û xebat bû da ku gelê xwe ji zilma rejîma Baas rizgar bike.  Di vê çerçoveyê de li Efrîn û Helebê di nava xwendekaran de xebatên şoreşê dimeşîne. Di nava gel de her wiha di nava ciwanan de gelek tê heskirin û bi bandor dibe.

Sala 2004’an dema ku ji bo kar û xebatên PYD’ê pêş bixînin tevî çar hevrêyên xwe berê xwe didin qada Rojava. Lê di encama komployekê ku ji aliyê rejîma Baas ve hatî kirin ve li ser sînorê Rojava û Iraqê tên şehîdxistin.  

 Tenê yêk sebeb hebû ku hatin hedef girtin ew jî, ji bo ku li pêşiya têkoşîna gelê Kurd ê Rojava bigirin. Li şûna ku rejîma Sûriyeyê ji guhertin û diyalogê re vekirî be, rewşa xwe ya hindirîn bi gelan re di nava wekhevî û aşitiyê de çareser bike, rêxistinbûyîna xwe bi gelên di nava Sûriyeyê de xurt bike, têkoşîna van hevrêyên me ji xwe re xeterî dît. Lê belê dîmenê îro derketî holê nîşan dide ku bi  hezaran Şîlan, Fuad, Ciwan, Zekeriya, Cemil mezin bûne lê navên rejîma Baas li holê nemaye anku bi têkoşîna van hevrêyan me îradeya azad bi serket û dîktatorî têk çû.

Rola van hevrêyên me di gehandina lûtkeya têkoşînê de tu caran nayê jibîrkirin. Her yek ji wan di demên herî krîtîk de kar û xebatên meşandin û hiştin ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîn mezintir bibe û wê bibe nimunyeke dîrokî. Bi hezaran kes îro li ser mîrata wan dimeşin û şoreşê mezintir dikin. Em jî weke Kongra Star li ser hîmên hevrê Şîlan û hevrêyên pê re şehîd bûne xwe mezin dikin. Em ê ji bo ku layiqê têkoşîna wan bibin bi tevahî hêza xwe Şoreşa Rojava mezintir û xurttir bikin.

Em dîsa hevrêyên xwe bibîr tînin û soza xwe li hemberê wan nû dikin.’’

(bb)