Kongra Star: KJK nêrîn, vîn û nasnameya jinên azad e

Meclisa Kongra Star, bi wesîleya 19’emîn salvegera damazirandina Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “KJK encama keda Rêber Apo ya çil salan e.”

Kongra Star: KJK nêrîn, vîn û nasnameya jinên azad e
17 nîsan 2024   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star, bi wesîleya 19’emîn salvegera Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:

“Em wek Kongra Star Salvegera KJK'ê li Rêber Apo, jinên li her çar aliyê cîhanê di bin dirûşima ‘Jin Jiyan Azadî’ de li ber xwe didin, li serê çiyayan şer dikin, di girtigehan de têkoşîn û tevahî jinan pîroz dikin.

KJK'ê encama ked û hewildana Rêber Apo ya zêdetirî çil salî ye. KJK’ê nêrîna, vîn û nasnameya jina azad û pêşenga konfederaliya demokratîk e. Bi rêya vê danaheva dîrokî ya pergala Konfederal ve em bûn xwedî vîna azad û me dikarî li hemberî vê pergal baviksalarî li ber xwe bidin û îro xwe di vê astê de rêxistin bikin.

Bi saya vê rêxistinê îro jinên Kurd, ji jinên cîhanê re pêşengtiyê dikin, artêşa xwe avakirin û ji felsefeya Netewa Demokratîk re pêşengtiyê dikin. Bi rihê Bêrîvan, Zîlan, Arîn, Sara û Yusrayan re ji jinên cîhanê re pêşengtiyê dikin. Di pêşengtiya felsefeya jina azad de, ya bi KJK'ê re pergalîbûyî jin dibin kirdeya jiyanê û dibin ayîdeya xwe. Berhema bi hezaran jinên ref bi ref berê xwe didan çiyan û ji bo azadiya xwe şer kirin, îro li deşt û bajaran gul vedide. Bi vê pergal, bîr û baweriyê ve li hemberî pergala mêr-dewlet li ber xwe didin. Ger em îro dikarin di nava vê pergalê de, bi awayekî ji xwe bawer pêşengtiyê bikin, encama vê ked û danaheva zêdetirî çil salî ye.   

‘AZADIYA CIVAKÊ BI AZADIYA JINAN RE PÊKAN E’

 Ev pratîka tekoşînê ya xwe dispêre xeta Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan a ku dibêje; "Azadiya civakê bi azadiya jinê re pêkan e” û ev yek divê destpêkê di pêvajoya şoreşê de were pêkanîn. Jinên Kurd palpişta dîrokî û felsefî ya tekoşîna azadiyê li ser vê perspektîfê ava kirin. Em ê jî li ser felsefeya Rêber Apo ya ku dibêje; “Bi jina kole re şoreş nabe”destpêkiriye û heta dawiyê bimeşin.

‘EM Ê BI VÊ PERGALA GERDÛNÎ RE KAR Û XEBATÊN XWE JÎ GERDÛNÎ BIKIN’

Em cardin di vê baweriyê de ne ku em ê bi pergala KJK'ê re di Rojhilata Navîn de guhertin û veguhertinê bidin çêkirin. Em ê xwe bi erdnîgariyê ve sînordar nehêlin, heta ku ji me were em ê li ser vê xeta ku bûyî danaheva dîrokî û nasnameya jina azad, bi awayekî serbilind lê xwedî derkevin. Em ê bi vê pergala gerdûnî re kar û xebatên xwe jî gerdûnî bikin. Heta ku em hemû jinan rêxistin bikin têbikoşin. Em ji bo karibin hîn pirtir piştgiriya jinên Efganistan, Efrîn û bi hezaran jinên niha di bin dagirkeriya mêr de ne bikin û hêviyên bidin wan, xwedî li têkoşîna xwe derkevin û pêş bixin

‘SEDSALA 21’EMÎN DÊ BIBE SEDSALA JINAN’

Em bawer dikin ku bi vê pergala konfederalî ya ku di kesayeta jinên Kurd de bawerî, lêgerîn, hêza cewherî, birdozî, leşkerî, siyasî û civakî pêşxistî re sedsala 21’emîn wê sedsala jinê û wê bi rengê jinê ji nû ve li ser van axên xweda û xwedewanda jiyana azad wê pêş bikeve.  Em ê wekî Kongra Star, ji bo ku ev yek pêkwere ango sedsala 21'ê bibe sedsala jinê, em hîn pirtir li derdora mîmarê azadîya jin Rêber Apo kom bibin, karibin xwe di bin desthilatdariya pergala mêr ê 5 hezar salan rizgar bikin, heta dawiyê xwedî pergala xwe derkevin. Em ê li ser vê bingehê careke din salvegera KJK'ê li tevahî jinên azadîxwaz, Rêber Apo û şervanên azadîyê û jinên cîhanê pîroz dikin. “