Komxebata ‘Veger maf e, nayê jibîrkirin û dev jê nayê berdan’ dest pê kir

Li Reqayê bi armanca nirxandina rewşa koçberan û nîqaşa mafê wan ê vegera ser xaka xwe, komxebata siyasî ya bi navê “Veger maf e, nayê jibîrkirin û dev jê nayê berdan’ dest pê kir.

4 tebax, 2025   13:21
REQA

Komxebat li Salona Îştar a li Reqayê bi beşdarbûna nûnerên herêmên Bab, Ezaz, Cerablus, Tel Eran, Til Hasil, Minbic û kesayetên siyasî û nûnerên saziyên sivîl ên herêmê bi rê ve çû.

Di heman demê de nûnerên Navenda Firat a Lêkolînên Stratejîk, MSD, hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, Rêxistina Cîhanî ya Mafê Mirovan, Navenda Navneteweyî ya Lêkolînên Jeosiyasî, Kongreya Star, Partiya Sûriya Pêşerojê û endamên saziyên civaka sivîl ên Reqayê jî beşdarî komxebatê bûn.

Komxebatê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endama komîteya amadekar û koçbera ji Şehbayê Rîhab Cibo axivî. Rîhab Cibo, spasiya beşdaran kir û destnîşan kir ku welatiyên koçber zehmetiyên mezin dikişînin û mafê wan ê vegera ewle li gorî hemû yasa û zagonan rewa ye.

Rîhab Cibo, di axaftina xwe de berxwedana koçberên Şehbayê bi bîr anî û ev tişt anî ziman: “Di 4ˊê Tebaxa 2013ˊyan de koçberiya xelkê Şehbayê dest pê kir. Rewşa niha ya Sûriyeyê gelek êş û zehmetî kom kirine. Divê em bi hev re ji bo avakirina Sûriyeya nû û vegera ewle û birûmet a koçberan kar bikin.”

Komxebat didome. Tê payîn di bernameyê de li ser dîroka Şehbayê sînevîzyonek were pêşandan, her wiha nirxandina siyasî ji aliyê Îlham Ehmed û fermandarê Hêzên Cebhet El Ekrad ve werin kirin.

Di komxebatê de dê nîqaş li ser 3 beşan were kirin; koçberkirina bi zanebûn (armanc, sûcdar), êşa koçberan a li derve û hundir û mafê vegerê di nêrîna siyasî û neteweyî de.

(dc)