Jinan tundî, xwekuştin û rêbazên çareseriyê nîqaş kirin

Jinan di panelekê de diyardeyên xwekuştin û tundiya li ser jinan nîqaş kirin û rêbazên çareseriyê vegotin.

Jinan tundî, xwekuştin û rêbazên çareseriyê nîqaş kirin
Jinan tundî, xwekuştin û rêbazên çareseriyê nîqaş kirin
Jinan tundî, xwekuştin û rêbazên çareseriyê nîqaş kirin
Jinan tundî, xwekuştin û rêbazên çareseriyê nîqaş kirin
4 tebax, 2025   13:01
EYN ÎSA

Meclisa Kongra Star a Eyn Îsayê ya kantona Firatê bi amadebûna bi dehan jinan û xebatakarên saziyên sivîl, panelek li ser diyardeyên xwekuştinê û tundiya li ser jinan û rêbazên çareseriyê li dar xist.

Rêvebera Komîteya Jinan Zeyneb Xelîl bal kişand ser diyardeya xwkuştina jinan û da zanîn ku di demên dawîn de ev diyardeye li Sûriyeyê zêde bûye û sedemên vê yekê wiha nirxandin: "Ji ber zextên dirûnî, civakî, mercên dijwar ên derdorê jin neçarî xwekuştinê dibin. Ev yek jî bandorên karasetî li ser malbatê û tevahiya civakê dike."

Zeyneb Xelîl îşaret bi vê yekê kir ku gelek malbat ji tirsa "şermê an jî tedbîrên qanûnî" bûyerên xwekuştinê dinixumînin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê di rewşên wiha de dosyayên zelal bi rêya pisporên civakî were vekirin da ku sedemên rasteqîn ên xwekuştinê lêkolîn bikin û çareseriyên bingehîn dabîn bikin."

Endama Kongra Star Ruqeya Mihemed jî civaka Sûriyeyê piştî ew qas alozî hewcedarî sererastkirina dirûnî û manewî û avakirina hawirdorekê ya li ser esasê bawerî û piştevaniyê bi taybet ji bo jinan e. Ruqeyayê got: "Jin stûnên civakê ne, bêyî jinan siberojeke saxlem ava nabe. Lew ra em dirûşma ’Jin jiyan e’ hildidin."

Ruqeya Mihemed di dewama axaftina xwe de anî ziman ku divê nirxên hêvî û hişyariyê li nav nifşên bê werin çandin, bi rêya diyalogên domdar û însiyatîfên rewşenbîriyê sedemên diyardeyên neyinî ji holê werin rakirin.

Beşdaran ku li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman jî, şer, zextên aborî û bandora ragihandina dijber wek sedemên xwkuştinê destnîşan kirin. Ji bo rêgirtina li ber diyardeya xwekuştinê jî dane zanîn ku divê panelên li ser vê mijarê bi domdarî werin lidarxistin, hişyarî were kirin, divê piştgiriya derûnî û civakî pêşkêşî ji jinan were kirin û jin werin birêxistinkirin.

(bb)

ANHA