Komkara Erebî ji ber êrişên Îranê dicive

Wê sibe Komkara Erebî  li ser asta wezîrên karên derve bicive. Hat ragihandin ku wê naveroka civînê li ser pêşhatên li Rojhilata Navîn bi taybetî jî êrişên Îranê yên li ser xaka welatên Erebî be.

Komkara Erebî ji ber êrişên Îranê dicive
7 adar, 2026   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Erebîstana Siudî yê li Komkara Erebî, Ebdulezîz Bin Ebdullah Meter têkildarî civîna bilez a Komkara Erebî ji medyaya Erebî re axivî.

Ebdulezîz Bin Ebdullah da diyarkirin ku wê sibe Komkara Erebî li ser asta wezîrên karên derve ya welatan civînek bilez ji bo pêşhatên dawî bi taybetî jî binpêkirinên Îranê yên li ser serweriya dewletên Erebî lidarbixe.

Ebdulezîz da zanîn ku civîn li ser daxwaza welatên wek Kuwêt, Erebîstana Siudî, Qeter, Oman, Urdun û Misrê çêdibe û wê civîn bi rêya telekonferansê pêkwere.