Komîtya Koçberan êrişa li dijî koçberên Girê Spî şermezar kir

Komîtya Koçberên Girê Spî êrişa ku duh li dijî malbatên Kurd ên vegerîne malên xwe şermezar kir û  diyar kir.

Komîtya Koçberan êrişa li dijî koçberên Girê Spî şermezar kir
28 cotmeh, 2026   02:35
KOBANÊ

Komeke koçberên Girê Spî yên ku hewl dan vegerin malên xwe, dema gihîştin bajar, êriş lê hate kirin.

Di komê de, zêdetirî sed malbatên Kurd di avahiya Gerînendetiya Herêma Girê Spî de dorpêç bûbûn, di nava koçberan de jin û zarok jî hebûn.

Der barê bûyerê endamê Komîteya Koçberên Girê Spî Sebrî Mistefa got: “Duh koçberên Girê Spî yên ku vegeriyan warê xwe rastî êrişên pêkhateyên Ereb hatin. Her wiha ev ne cara yekem e ku welatiyên Kurd rastî êrişên bi vî awayî tên.”

Mistefa diyar kir ku ev bûyera ku duh li dijî welatiyên Kurd rû daye plankirî bû, hin aliyan xwest tevliheviyan derxin.

Sebrî Mistefa diyar kir her kesê ku dixwaza vegere Girê Spî, li ser mal û milkê xwe divê serî li komîteyê bide û pê re hevrêziyê bike.

Mistefa diyar kir ku hin alî hewl didin Lihevkirina 29`ê Çileyê xirab bikin, tevlihevî û fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de derxin û got: “Ji bo vê yekê em ji hemû pêkhateyên xwe re dibêjin; hişyar bin û nekevin bin bandora aliyên ku dixwazin aramiya herêmê xirab bikin.”

‘JI BO VEGEREKE EWLE YA KOÇBERAN DAN Û STANDIN TÊN KIRIN’

Sebrî Mistefa diyar kir ku ji bo vegereke ewla ya koçberan di nava dan û standinan de ne, tedbîrên guncaw ji bo misogeriya ewlehiya welatiyan bigirin ku ev binpêkirin dubare nebin, vegera ewle ya koçberan dabîn bikin û mafên wan ên rewa biparêzin.

Di dawiyê de Sebrî Mistefa bang li aliyên eleqedar kir ku lêpirsîneke cidî û şefaf ji bo van êrişan bê vekirin, tevahî berpirsan hesab bikin.

(ct/k)

ANHA