Kombûna Jinan a Zenûbya tev li pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bû

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ragihand ku ew tev li pêngava cîhanê ya bi dirûşma “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî” bû û ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan teqezî bi mezinkirina têkoşînê kir.

Kombûna Jinan a Zenûbya tev li pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bû
21 cotmeh 2023   14:51
REQA
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê Reqayê, bi beşdariya endamên meclis, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, saziyên sivîl ên Reqayê daxuyaniyek li stada Beledî da. Berdevka meclisê Sewsen Xelef daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de meclisê berxwedana dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê, binxistina komploya navneteweyî bi berxwedaneke bêhempa, têkbirina hêzên komploger, felckirina pergala tecrîd û îşkenceyê li Îmraliyê, silav kir.

Meclisê ragihand ku ew tev li pêngava cîhanê ya bi dirûşma “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” dibe û got: “Em piştgiriya pêngavê dikin û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan em dengê xwe bilind dikin.”

Meclisê teqezî bi mezinkirina têkoşînê kir ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Her wiha got divê cîhanê baş fêm bike ku navenda pêkanîna aştî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn, li Îmraliyê ye.

(şx)

ANHA