Koçberên Serêkaniyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir

Koçberên Serêkaniyê yên li kampa Waşokanî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi meşekê şermezar kir û bang li CPT'yê kir ku li hember Rêber Abdullah Ocalan xwedî li erkê xwe derkeve.

Koçberên Serêkaniyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir
Koçberên Serêkaniyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir
Koçberên Serêkaniyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir
Koçberên Serêkaniyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir
Koçberên Serêkaniyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir
6 hezîran, 2024   20:56
HESEKÊ

Bi dehan koçberên Serêkaniyê yên li kampa Waşokanî ya Hesekê, bi meşekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Şênî li nav kolanên kampê geriyan û li ber deriyê kampê rawestiyan. Li wir rêveberê kampa Waşokanî Berzan Ebdullah kiryar û siyasetên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, bi taybetî tecrîd, şermezar kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker nikare roja Rêbertî tarî bike, fikir û felsefeya wî ji gelên wî bi dûr bixe."

Berzan destnîşan kir ku pêwîst e gelên herêmê li hember Rêber Abdullah Ocalan ku wî ji gelan re rêya azadiyê ronî kir, bi erkên xwe rabin.

Berzan di dawiya axaftina xwe de der barê bêdengiya CPT'yê ya li hember rewşa Rêber Abdullah Ocalan de bang kir ku xwedî li erka xwe derkeveew li hemberî Rêber Abdullah Ocalan xwedî li erkê xwe derkeve, ger ev yek nekir wê demê hevkarê dewleta Tirk e.

(mh)