Ji ber qutkirina peywendiyê dayikek û 3 zarokên wê wefat bûn

Di dema ezmûnan de hikumeta Şamê bi bihaneya rêgirtina li ber gendeliyê, peywendiyên telefonan qut dike. Ev jî bû sedem ku dayikek û 3 zarokên wê yên li gundewarê Şamê jiyana xwe ji dest bidin.

Ji ber qutkirina peywendiyê dayikek û 3 zarokên wê wefat bûn
6 hezîran, 2024   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên ragihandinê daxuyand ku vê sibehê li gundewarê Şamê dayikek û 3 zarokên wê yên biçûk di şewateke li mala wan de jiyana xwe ji dest da. Mala wan li herêma Mesakin Dîmas a gundewarê Şamê ye.

Serokê şaredariya Qura El Esed a gundewarê Şamê Mazin Ewn ji radyoya xwecih a Sham FM re destnîşan kiribû ku rola qutkirina peywendiyê û internetê di wefatbûna malbatê de hebû û got: "Tevî ku peywendiyên erdî hene lê dîsa tunebûna peywendiyên telefonan û internetê hişt erebeyên agirkuj dereng bigihîjin şewatê."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku gendeliya di ezmûnan de tevî qutkirina peywendî û internetê jî nesekiniye. Wezareta Perwerdê ya hikumeta Şamê di 29'ê Gulana borî de gerînendeyê Perwerdê yê Şamê ji ber gendelî û tevliheviya li navendeke ezmûnan ew ji kar dûr xist.

(mh)