Koçberên ji Efrînê: Çima vegera me dereng dikeve?

Koçberên ji Efrîn û Serêkaniyê yên ku li Kampa Newroz a Dêrikê dimînin, êdî dixwazin bi ewle vegerin herêmên xwe.

Koçberên ji Efrînê: Çima vegera me dereng dikeve?
24 nîsan, 2026   07:25
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Koçberên ji Efrîn û Girê Spî yên li Kampa Newroz a bajarê Dêrikê dimînin, dixwazin vegerin herêmên xwe. 

Iwêd El Elî yê ji Serêkaniyê got ew dixwazin vegerin Serêkaniyê û wiha axivî: "Em dixwazin di bin ewlehiya Netewên Yekbûyî (NY) de vegerin herêma xwe. Divê alîkariyê bidin me heyanî ku em bikarin vegerin û debara jiyana xwe bikin. Bi taybet malbatên ku malên wan hatine wêrankirin, divê bi wan re bibin alîkar. Şer û koçberî bûn sedema ku em di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bibin. Bi taybet zarokan gelekî zehmetî dît.”

El Elî di dewamê de got: "Gelek malbatên koçber nikarin debara jiyana xwe bikin. Eger çûn herêmên xwe û dîtin ku malên wan hatine wêran û talankirin, derfetên wan nîn in ku malên xwe lê bikin. Em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku alîkariya koçberan bikin û barê wan sivik bikin.”

Fatma Mihemed a ji Efrînê jî got: “Min gelekî bêriya Efrînê kiriye û ez dixwazim vegerim. Em nema dikarin li bin konan bijîn, mayîna li bin konan mîna ku tu li girtîgehê bî. Em dixwazin vegerin gund û bajarên xwe, li malên xwe bijîn. Ev bûye bi salan em koçber in û nema îdare dikin.”

Terfa Amir jî got: "Malên me li Serêkaniyê ne û hatine wêrankirin. Em dixwazin bi ewle vegerin malên xwe. Ev demeke dirêj e em li kampan dimînin û di konan de ne. Çima vegera me dereng dikeve?”

(np)

ANHA