Dr. Seher Hesen: Serkeftina însiyatîfa aştiyê bi îradeya siyasî ve girêdayî ye

Akademîsyena ji Misirê Dr. Seher Hesen diyar kir ku însiyatîfên aştiyê bandora xwe sînordar dimînin heya ku ji hêla îradeyeke siyasî ve neyên piştgirîkirin û got “Banga Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê deriyek e.”

Dr. Seher Hesen: Serkeftina însiyatîfa aştiyê bi îradeya siyasî ve girêdayî ye
24 nîsan, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 27`ê Sibata 2015`an de Rêber Abdullah Ocalan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin, lê dewleta Tirk hîn jî der barê rewşa wî de gavên cidî neavêtine. Akademîsyena ji Misirê Dr. Seher Hesen Dr. Seher Hesen got: “Birêz Abdullah Ocalan di çarçoveya pirsgirêka Kurd de aktoreke sembolîk û siyasî yê girîng e û wî di hewldanên berê yên diyalog û aştiyê de, di 2013`an de, rolek girîng lîst.”

Seher Hesen diyar kir ku serkeftina her pêvajoyeke aştiyê ne girêdayî kesekî tenê ye, lê belê pêdivî bi komek mercan heye, ya herî girîng: "Hebûna îradeya siyasî ya hevbeş di navbera aliyên cuda de, çarçoveyek qanûnî ya zelal ku berdewamiya pêvajoyê garantî dike, beşdariya civakî ya berfireh ku ne tenê bi elît an rêberan ve sînordar be, û avakirina baweriyê bi rêya gavên berbiçav li ser erdê."

Seherê destnîşan kir ku hêzdarkirina kesayetên bi bandor dibe ku faktorek girîng be, lê ew bi serê xwe ne bes e. Ezmûn nîşan dide ku serkeftina pêvajoyên aştiyê bi veguherîna wan ji destpêşxeriyên takekesî bo rêyên sazûmanî yên berfireh ve girêdayî ye ku dewlet, hêzên siyasî û civaka sivîl tê de beşdar dibin

Her wiha da zanîn ku gelek ezmûnên dîrokî nîşan dane ku dan û standin bi rêberên girtî an jî îzolekirî re çêbûne û dema ku kanalên hevdîtinê hebûn, li gel garantiyên ji aktorên têkildar pêşketin çêdibe.

MERCÊN SERKEFTINA AŞTIYÊ: ÎRADEYA SIYASÎ Û PÊVAJOYEKE SAZÛMANÎ YA BERFIREH

Dr. Seher Hesen wiha pê de çû: “Serkeftina her pêvajoyekê ne tenê bi serbestberdana birêz Ocalan ve girêdayî ye, lê di heman demê hewce dike ku kanalên pêbawer ji bo ragihandina helwestên wî hebe, hemû alî amade bin ji bo ku bi ciddî bi pêşniyarên pêşkêşkirî re mijûl bibin, û çarçoveyek siyasî ku karibe têgihîştinan veguherîne gavên pratîk hewce dike.”

‘BEŞDARIYA OCALAN REWATIYÊ ZÊDE DIKE’

Dr. Seher Hesen bal kişand ser girîngiya beşdariya azad a Rêber Abdullah Ocalan di veguherandina destpêşxeriya wî bo pêvajoyeke siyasî ya pratîk de û got: "Beşdariya azad a Abdullah Ocalan dikare însiyatîfê ji gotareke ramyarî biguherîne bo rêyeke siyasî ya guncaw.”

Her wiha Seherê da zanîn ku hebûna wî di rewşekê de ku rê dide hevdîtinên bi siyasetmedar, navbeynkar û nûnerên civakê re dê baweriyê çêke ku pêvajo ne tenê sembolîk e. Seherê diyar kir ku her çend ev beşdarbûn ne şertekî mutleq be jî, nebûna wê derfetên gihîştina encaman qels dike. Bicîhanîna peymanê û misogerkirina pabendbûna bi wê ve girêdayî karîna wî ya bandorkirin û hevdîtinê ye. Seherê ev lê zêde kir: "Beşdariya wî ji bo serkeftina her pêvajoyeke aştiyê egereke bingehîn e, her çend bêyî wê dest pê bike jî. Lê bidestxistina encamên domdar hîn jî dijwar e dema ku tecrîda wî berdewam dike.”

Dr. Sehar Hesen lêkolîner û akademîsyeneke ji Misirê ye, pispora dîroka nûjen a Misirê e û li Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Akademîsyenên Navneteweyî dixebite û pispora dîroka medyayê ye.

(k)