Karwanê şêniyên kantona Cizîrê gihaşte bendava Tişrînê

Karewanê şêniyên bajarên Qamişlo, Girkê Legê, Tirbespiyê, Çilaxa, Dêrikê, Til Hemîsê û Amûdê gihaşte bendava Tişrînê ji bo ku tev li xwepêşandanên ji 4`ê Çileyê ve berdewam in, bibin.

Karwanê şêniyên kantona Cizîrê gihaşte bendava Tişrînê
Karwanê şêniyên kantona Cizîrê gihaşte bendava Tişrînê
31 ÇILE, 2025   18:38
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Vê sibê bi sedan şêniyên bajarên Qamişlo, Girkê Legê, Tirbespiyê, Çilaxa, Dêrikê, Til Hemîsê û Amûdê ber bi bendava Tişrînê ve bi rê ketin ji bo ku tev li nobeta ji 4`ê Çileyê ve li dar ketiye bibin. 

Nûçegihana me ji bendavê ragihand ku karewan gihaştiye bendavê û ji aliyê xwepêşandêrên li wir ve bi dirûşmeyan hatiye pêşwazkirin.

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendava Tişrînê, şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li dijî bendavê û herêmê û ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bikin, ji 4`ê Çileyê ve nobetê li bendavê digirin.

(şx)