Dewleta Tirk topbarankirina herêmê berfirehtir kir

Dewleta Tirk topbarana li dijî gundewarê Firatê firehtir kir ku gundên Şemsîn û Sefawiye topbaran dike.

Dewleta Tirk topbarankirina herêmê berfirehtir kir
31 ÇILE, 2025   18:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Şemsîn ê rojavayê bajarê Girê Spî, gundê Sefawiye yê rojhilatê Eyn Îsayê topbaran dikin.

Beriya wê jî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Tirweziye yê bajarokê Silûkê û gundê Îbrahîm Kurdo yê bajarê Girê Spî topbaran kiribûn.

(şx)

ANHA