Jinên ji Şedadê piştgiriya xwe bi QSDˈê re anî ziman

Jinên ji bajarê Şedadê piştgiriya xwe bi şervanên QSDˈê û berxwedarên li Bendava Tişrînê re anî ziman û diyar kir ku hevgirtina gelan çeka herî bihêz a li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker e.

Jinên ji Şedadê piştgiriya xwe bi QSDˈê re anî ziman
22 ÇILE, 2025   03:06
HESEKÊ
XIDIR FEYAD

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî 40 rojan e êrişî Bendava Tişrînê dikin û gelek komkujî li dijî berxwedêrên parastina bendavê kirin. Di encamê de 15 kes şehîd bûne û bi dehan jî birîndar bûne.

Jinên ji bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê li hemberî êrişan piştgiriya xwe bi şervanên QSDˈê û nobedarên bendavê re nîşan da.

Xewla Siwêlih bi van gotinan piştgiriya xwe bi berxwedêrên li Bendava Tişrînê re anî ziman  û got: "Em jinên li herêma başûr, piştevaniya şêniyên me yê li Bendava Tişrînê nobeta parastinê dikin, erka xwe dibînin."

Xewla Siwêlih bal kişand ser tevlêbûna şêniyên herêma başûr a nobeta bendavê û got: "Di hefteya dawî de hejmareke mezin a şêniyên herêma başûr tevî karwanê gel ê diçû Bendava Tişrînê bû û li bendavê jî beşdarî nobetê bû. Ev yek yekitiya gel û helwesta wan ya sabit a li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker nîşan dide."

Rehef El Ebdullah ku beşdarî çalakiya gel a li Bendava Tişrînê bibû, girîngiya piştevaniya bi QSDˈê û nobedarên bendavê re destnîşan kir. Rehef got: "Em jinên li herêma başûr piştevaniya xwe bi şêniyên li bendavê re radighînin. Armanca me piştevaniya QSDˈê ye. Em teqez dikin ku em jin û mêr heta pêkanîna serkeftinê hevgirtî ne."

Rehef El Ebullah diyar kir ku yekitiya çeka herî xurt a li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker e.

(bb)

ANHA