Jinan xwestin ku kujer bi cezayê herî giran were cezakirin

Jinên li Qamişloyê destnîşan kirin ku bûyera qetilkirina jinekê ya li taxa Qirdûrbegê nayê qebûlkirin û bang li saziyên têkildar kirin ku cezayên giran bidin kujer.

Jinan xwestin ku kujer bi cezayê herî giran were cezakirin
31 kanûn, 2024   09:54
QAMIŞLO

29ˈê kanûnê li taxa Qirdûrbeg a bajarê Qamişlo jinek aliyê xizmeke wê ve hat qetilkirin. Der barê mijarê de jinên li bajarê Qamişloyê nerînên xwe bi me re parve kirin.

Wetfa Îbrahîm diyar kir ku hincet çi be bila bibe, divê jin neyên qetilkirin û got: "Gelek jin niha ji ber zîhniyeta desthildar a baviksalar rastî zilm û zorê tê. Em tundî û qetilkirina jinan qebûl nakin. Divê kesên jinan qetil dikin bên darizandin û cezayên giran li wan bê birîn."

Sîham Osman jî da zanîn ku li kijan deverê be bila bibe destavêtina û qetilkirina jinan cihê şermezarkirinê ye û qebûl nakin û wiha dom kir: “Divê qatilên jinan bi cezayê muebed bê darizandin.”

Sîham Osman destnîşan kir ku divê jinên Ereb, Kurd û Suryan li hemberî zîhniyeta zanyendperest bi yek dest derkeve.

Semîra Remo jî got “Çi qasî em daxuyaniya bidin kela me hênik nabe, ew qas sal em ji bo bidestxistina destkeftiyên jin li ser piyan ne.”

Semîra Remo diyar kir divê ku kujerên jin li pêşiya gel û bi xwestina nerîna jinan were darizandin.

(sb/bb)

ANHA