Ji merasîma şervanên QSDˋê: Em ê berxwedana xwe bidomînin

Xelkê kantona Dêrazorê cenazeyên 2 şervanên QSDˋê spartin axê û merasîmeke xiyabî ji bo 2 şervanên din li dar xist. Di merasîmê de xelkê Dêrazorê got ew ê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker parastina welatê xwe bidomînin.

28 kanûn, 2024   17:22
DÊRAOZR

Xelkê bajar û bajarokên gundewarê kantona rojhilatê Dêrazorê cenazeyên şervanên Hêzên Komandos ên girêdayî QSDˋê şehîd Ehmed Hemîd El Minêf û Hemod Ebdulezîz Mihemed li goristana şehîdan a bajarokê Ebû Hemam spartin axê. Her wiha her du şervan li herêma Dêr Hafir a gundewarê rojhilatê Helebê şehîd bûbûn.

Li kêlek wê jî merasîma xiyabî ya şervanê QSDˋê şehîd Izedîn Ehmed Etallah ê ku di 7ˋê Kanûnê de li herêma Qoriyê ya Dêrazorê şehîd bûbû û şehîd Mihemed Xêr Salih El Firêh ê li bajarokê Baxozê dema li ser erka xwe şehîd bûbû, hat lidarxistin.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Rakan El Firêh axivî û got: "Şehîd sembola ronahiya rêça me ne. Wan di oxira em jiyaneke rûmet bijîn de canê xwe da."

Her wiha fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hecînê Xebat El Şiêtî axivî û got: "Em sersaxiya QSDˋê, tevahî gelê Sûriyeyê û malbatên şehîdan dixwazin."

El Şiêtî teqezî bi domandina berxwedanê heta rizgarkirina tevahî herêman ji çeteyan da.

Her wiha şervanê Hêzên Komandos Mehmûd Cefra axivî û got: "Em îro li vir 2 lehengên xwe yên ji malbatên me yên welatparêz oxirî vê xaka pîroz dikin."

Cefra peyameke da çeteyên dewleta Tirk a dagirker û got: "Em îro di demeke bihêz de dijîn. Sonda me bi xwîna şehîdên şoreşger û azadîxwaz, sonda me bi qêrîna her dayikeke şehîd em ê tola şehîdên xwe hilînin û terorê têk bibin."

Di dawiyê de wesîqeyên şehîdan ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan ve hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

(fr)

 ANHA