Ji CENTCOMˊê hişyarî: Dê êrişên DAIŞˊê li Sûriye û Iraqê zêde bin
CENTCOMˊê hişyarî da ku DAIŞˊê ji nû ve xwe ava dike. Rayedarên Amerîkî diyar kir ku DAIŞˊê di 6 mehên destpêka sala 2024ˊan de 153 êriş li Iraq û Sûriyeyê pêk anîne.
![Ji CENTCOMˊê hişyarî: Dê êrişên DAIŞˊê li Sûriye û Iraqê zêde bin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_6697d06ad6a81.jpg)
Di daxuyaniya CENTCOMˊê de hate gotin DAIŞˊê hewl dide ji nû ve xwe ava bike û êdî êrişên wê li Sûriyeyê û Iraqê bi hevrûkirina par re zêde bûne.
CENTCOMˊê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku DAIŞˊê di 6 mehên destpêka sala 2024ˊan de 153 êriş li Sûriye û Iraqê pêk anîne. Her wiha anî ziman ku zêdebûna êrişan nîşan dide ku DAIŞˊê hewl dide xwe ji nû ve ava bike.
(fr)