Ji bo şehîd Zagros û Egîd Roj şîn hat danîn

Di şîna şehîd Egîd Roj û şehîd Zagros de hate diyarkirin ku “şehîd meşaleyên rêya azadî û aştiyê ne” û soza domandina rêya wan hate dayîn.

18 sibat, 2025   15:05
HESEKÊ

Ji bo rojnamevan Egîd Roj (Şervan Sîdo) ku 15’ê Sibatê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Bendava Tişrînê şehîd bûbû û şervanê QSD’ê Zagros (Luey Ezîz) ku 27’ê Kanûna 2024’an li Minbicê şehîd bûbû, konê sersaxiyê li taxa Miftî ya bajarê Hesekê hate vedan.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û saziyên wê herikîn bin konê sersaxiyê û merasîmek ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat organîzekirin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rewan Şêxo di merasîmê de axivî. Rewan bal kişand ser êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê û tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Gelê herêmê bi berxwedana gel a şoreşgerî li hemberî tevahî êriş û komkujiyan disekine."

Rewan Şêxo diyar kir ku şehîd Egîd Roj heya kêliya şehadeta xwe bi kamera û pênûsa xwe şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radigihand û şehîd Zagros jî bi fedakariyên xwe yên li qadên şer pîvanên xwişk û biratiya gelan nîşan da.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Hisên Selmo jî got: "Şehîd Zagors ji destpêka tevlêbûna xwe ya nava QSD’ê ve parastina her bihostek ji axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û li Minbicê tev li karwanên nemiran bû. Şehîd Egîd Roj di nava malbateke welatparêz de mezin bû jî şahidî ji tevahî berxwedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir."

Endama Koordînasyona Kongra Star Welîda Botî û bi navê Federasyona Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Laleş Êzidî û bi navê malbata şehîd Egîd Roj birayê wî Zekeriya Sîdo axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan û xebatkarên çapemeniya azad re hat xwestin. Hate gotin ku şehîd meşale ne ku rêya azadî û aştiyê ya pêkhateyên herêmê ronî dikin. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Merasîm bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

(bb)

ANHA