HRE: Bîranîna Egîd Roj dê wekî sembola cesaret û fedakariyê bijî

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir şehîd Egîd Roj ji rojnamevanekî wêdetir, dengê heqîqetê û parêzvanê gelê xwe bû û destnîşan kir ku bîranîna wî dê wekî sembola cesaret û fedakariyê bijî.

HRE: Bîranîna Egîd Roj dê wekî sembola cesaret û fedakariyê bijî
18 sibat, 2025   14:21
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ji bo rojnamevan Egîd Roj ku 15’ê Sibatê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Bendava Tişrînê şehîd bûbû, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HRE’yê wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê êrişên xwe yên bênavber li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê didomînin. Ev êriş ne tenê gel û axa me, her wiha kesên ku ji bo aşkerakirina sûcên dewleta dagirker bê navber dixebitin, hedef digire. Rojnameger Egîd Roj di 15’ê Sibatê de dema xebatên sivîl û berxwedana li herêmê dişopand, di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirk a li nêzî bendava Tişrînê de şehîd bû.

Egîd Roj ji rojnamevanekî wêdetir, dengê heqîqetê û parêzvanê gelê xwe bû. Egîd lawê malbateke welatparêz a efrînî bû, di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de di belgekirina berxwedana dîrokî ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk de roleke sereke lîst. Egîd bi nûçeyên xwe hewl da çîrokên parêzvanên Efrînê bigihîne cîhanê û hovîtiya dagirkeriyê raxe ber çavan. Piştî ku Efrîn hate dagirkirin jî, Egîd şerê xwe li Şehba û Helebê berdewam kir, têkoşîna malbatên koçber û kêşeyên rojane yên gelê me yên di bin dagirkerî û dorpêçê de dijî, ronî kirin.

Hedefkirina Egîd Roj beşeke stratejiya berfireh a Tirkiyeyê ye, ji bo bêdengkirina kesên ku sûcên wê aşkera dikin. Ji bo tepeserkirina heqîqetê û tirsandina kesên li ber xwe didin gelek carankedkarên xeta çapemeniya azad bûne hedef. Hedefgirtina rojnamegeran li her çar parçeyên Kurdistanê ji alî dewleta dagirker ve, nîşaneya tirsa wan a ji xebata ragiahndina azad e. Egîd Roj, weke nûnerekî wêrek ê vê kevneşopiyê, mîrateyek mezin li pey xwe hişt. Ked û fedakariya Egîd şahidiya berxwedana gelê me ye û soza berxwedana me ya bi her awayî li dijî dagirkeriyê ye.

Em bang li rêxistinên mafên mirovan, saziyên çapemeniyê û rêxistinên navneteweyî dikin ku li dijî van êrişên bi zanebûn ên li dijî rojnamegeran rawestin û hesabê sûcên Tirkiyeyê bipirsin. Bîranîna Egîd Roj wê weke sembola cesaret û fedakariyê bijî û em jî weke Navenda Ragihandina Hêzên Rizgariya Efrînê soz didin ku erka wî ya belgekirina heqîqetê û berxwedana li dijî mêtingeriyê bidomînin."

(bb)