Ji bo şehîd Dilgeş Ednan merasîma sersaxiyê

Xelkê Şedadê diyar kir ku şehîd Dilgeş Ednan tev li HPGˊê bû û li gorî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan têkoşîn kir.

21 tîrmeh 2024   16:13
HESEKÊ

Bi sedan xelkê bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê serxasî ji malbata gerîlayê HPGˊê şehîd Dilgeş Ednan (Hemze Mihemed Hac Seqir) re xwest. Konê sersaxiyê li pêş mala malbata wî ya li Şedadê hat vedan.

Girseyê dema diçûn sersaxiyê wêneyên şehîd Dilgeş Ednan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û diruşmên silavkirina berxwendana şehîdan û gerîla berz kirin.

Gerîlayê HPGˊê şehîd Dilgeş Ednan li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê di bersivdana êrişên artêşa Tirk a dagirker de di 25ˊê Hezîrana 2024ˊan de şehîd bûbû.

Di bin konê sersaxiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ayat El Îbrahîm axivî û got: "Şehîd Hemze tev li gerîla bû û di bin fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û metoda şehîdan de tê koşiya."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ûde El Hisên axivî û got: "Bi serbilindî em îro sersaxiyê didin malbata şehîd. Van lehengan li dijî dijminê hov sekinînin."

Endamê rêveber ê rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fadil El Ehmed diyar kir ku gelê herêmê bi saya fedakariyên şehîdan di ewlehî û îstîqrarê de ye.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(fr)

ANHA