Ji bo rêzgirtina li giyanê şehîdan li Qamişloyê şîn hate ragihandin

Li Qamişloyê ji bo rêzgirtina li giyanê 7 şehîdan ku dê îro li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişloyê bêne oxirkirin, şîna giştî hat ragihandin.

Ji bo rêzgirtina li giyanê şehîdan li Qamişloyê şîn hate ragihandin
Ji bo rêzgirtina li giyanê şehîdan li Qamişloyê şîn hate ragihandin
Ji bo rêzgirtina li giyanê şehîdan li Qamişloyê şîn hate ragihandin
Ji bo rêzgirtina li giyanê şehîdan li Qamişloyê şîn hate ragihandin
Ji bo rêzgirtina li giyanê şehîdan li Qamişloyê şîn hate ragihandin
Ji bo rêzgirtina li giyanê şehîdan li Qamişloyê şîn hate ragihandin
Ji bo rêzgirtina li giyanê şehîdan li Qamişloyê şîn hate ragihandin
21 ÇILE, 2025   10:59
QAMIŞLO

Di êrişa artêşa Tirk a dagirker a 18’ê Çileyê de li bendava Tişrînê 6 kesên ji Qamişloyê şehîd bûbûn.

Navê şehîdan wiha ye: Şanoger Cûma Xelîl (Bavê Teyar), endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Kêfo Osman û Ekrem Rexo, hevseroka Ofisa Partiya Yekitiya Demokratîk a Qamişloyê Menîce Heyder û endamên Meclisa Qamişloyê Muzefer Mihemed û Ebdulqadir Îbrahîm.

Cenazeyê şervanê QSD’ê Xebat (Şahîn Nezîr Îbrahîm) ku li Dêrazorê di şerê li dijî komên çeteyên bermahiyên rejîma Baasê de şehîd bûbû jî, dê were oxirkirin.

Li ser daxwaza şehîd Kêfo Osman ku yek ji werzişvanên navdar ên herêmê ye û ji damezirînerên lîgên navdar ên futbolê bû, cenazeyê wî li Yarîgeha Heysem Kiço û Yarîgeha Şehîdên 12’ê Adarê yên Qamişloyê hate gerandin.

Îro merasîma oxirkirina şehîdan dê li Pakrewangeha Delîl Sarûxan saet di 12:00’an de were lidarxistin. Ji bo rêzgirtina li giyanê şehîdan, li bajarê Qamişloyê şîna giştî hat ragihandin, dikan hatin girtin û trafîk rawestiya.

Şêniyên kantona Cizîrê, hunermend, şanoger, rewşenbîr, nivîskar, tevgerên çand û hunerî, saziyên sivîl ji hemû pêkhateyan û rêveberên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dê beşdarî merasîmê bibin.

(k)