Ji ber topbaranê agir bi zeviyên çandiniyê ket

Li 4 gundên rojavayê bajarê Girê Spî ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker agir bi zeviyên çandiniyê ketiye.

Ji ber topbaranê agir bi zeviyên çandiniyê ket
22 gulan 2024   15:24
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker gundên Qizelî, Mencok, Korik û Huriyê yên rojavayê bajarê Girê Spî yên dagirkirî bi çekên giran topbaran kirin.

Di encama topbaranê de agir bi zeviyên çandiniyê ketiye.

Li gorî şêniyan, şewata ku hîna dewam dike qadeke berfireh a azeviyên çandiniyê da ber xwe.

Ekîpên agirkujiyê û şênî agir vedimirînin.

(bb)