Bi sedan kes ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Şêniyên Til Hemîs û Tirbespiyê bertek nîşanî cezayê qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan da û got, dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.

Bi sedan kes ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Bi sedan kes ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Bi sedan kes ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
22 gulan 2024   15:02
QAMIŞLO

Endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîrên herêmê di nav de, bi sedan şêniyên bajarên Til Hemîs û Tirbespiyê bi meşekê qedexeya hevdîtinê ku desthilata Tirk li Rêber Abdullah Ocalan 6 mehên din li Rêber Abdullah Ocalan biriye, şermezar kir

Şêniyan ji pêşiya Navenda Trafîkê ya Til Hemîs heta çerxerêya Sewamai meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Bi can bi xwîn em bi te re ne Ocalan", "Bimire Erdogan, bijî Rêber Abdullah Ocalan" berz kirin. Her wiha pankartên bi nivîsên "Bê Serok jiyan nabe" û "ji Rêber Apo re azadî" hatin vekirin.

Li çerxerêya Sewamai deqeyeke rêz hat girtin. Piştre ji rêveberên meclisa PYD’ê ya Til Hemîsê Heyal El Xiweyîr axivî û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin. Heyal El Xiweyîr anî ziman ku girankirina tecrîdê sûcek li dijî mirovahiyê ye.

Ji rêveberên Kongra Star a Tirbespiyê Munteha El Mehmûd diyar kir ku tecrîda girankirî nîşaneya kîna dewleta Tirk li hemberî fikirê azad ê Rêber Abdullah Ocalan e.

Munteha got, dê têkoşînê mezin bikin û çalakiyan zêde bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.

Çalakî bi berzkirina dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(bb)

ANHA