Ji ber kêmbûna benzîna baş li pêşiya benzînxaneyan qelebalix çêdibe

Li Qamişloyê ji ber kêmbûna benzîna baş li pêşiya benzînxaneyan qelebalixa seyareyan çêdibe. Rêveberiya Sotemeniyê diyar kir ku ji ber sînordariya parên ku 2 rojan carekê digihêje bajêr pirsgirêk didome.

Ji ber kêmbûna benzîna baş li pêşiya benzînxaneyan qelebalix çêdibe
Ji ber kêmbûna benzîna baş li pêşiya benzînxaneyan qelebalix çêdibe
Ji ber kêmbûna benzîna baş li pêşiya benzînxaneyan qelebalix çêdibe
Ji ber kêmbûna benzîna baş li pêşiya benzînxaneyan qelebalix çêdibe
11 tîrmeh, 2026   14:45
QAMIŞLO

Ji ber kêmbûna benzîna baş li bajarê Qamişlo, ajokar ji bo ku para xwe bigirin, neçar dimînin bi saetan li pêşiya benzînxaneyan rawestin. Li bajêr li ber benzînxaneyan dora seyareyan çêdibe.

Benzîna baş bi rêya bernameya “El Mustefîd” lîtreyek bi buhayê 55 sentan tê belavkirin, lê ji ber sînordariya parên heyî li bajêr, hiştiye ku qelebalix li pêşiya benzînxaneyan rû bide.

Ajokaran diyar kir ku ew ji serê sibehê ve ji bo ku para xwe ya benzînê wergirin li ber benzînxaneyan radiwestin, vê demê saetên rawestînê ji ber kêmbûna benzînê zêdetir dibin.

Rêveberiya Sotemeniyê ji ajansa me re diyar kir ku ji ber para benzînê ji bo bajêr hatiye sînordarkirin, pirsgirêk didome. 2 rojan carekê benzîn digihêje bajêr û ev yek dihêle ku li pêş benzînxaneyan qelebalix çêbe.

(sb)

ANHA