Berpirsên teqîna li avahiya Rêveberiya Biçekkirinê aşkera bûn

Wezareta Karên Hundir a hikumeta demkî aşkera kir ku şaneya ku herî dawî hatibû girtin, berpirsyariya teqîna li avahiya Rêveberiya Biçekkirinê girtiye ser xwe.

Berpirsên teqîna li avahiya Rêveberiya Biçekkirinê aşkera bûn
11 tîrmeh, 2026   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundir a hikumeta demkî daxuyand ku şaneya berê hatibû girtin, berpirsyariya teqîna di avahiya Rêveberiya Biçekkirinê ya Wezareta Parastinê ya li Şamê ya di meha Gulanê de girtiye ser xwe. 

Wezaretê diyar kir ku ji bo aşkerakirina nasnameyên hevkarên şaneyê û pêkanîna rêkarên qanûnî lêpirsîn didomin.

Teqîn di 19`ê Gulanê de li nêzî avahiya Rêveberiya Biçekkirinê ya Wezareta Parastinê li herêma Bab Şerqî ya Şamê pêk hatibû û di encamê de kesek hatibû kuştin û 23 kes jî birîndar bûbûn.

(sb)