Îsraîlê bi mûşekan gundewarên Şamê topbaran kir

Hêzên Îsraîlê duh êvarî derdora bajarokê Bêt Cin yê gundewarên rojavayê Şamê bi 3 mûşekan topbaran kir. Berbanga sibehê jî hêzeke Îsraîlê derbasî gundewarê bakurê Quneytrayê bû.

Îsraîlê bi mûşekan gundewarên Şamê topbaran kir
27 tebax, 2026   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Liv û tevgerên Îsraîlê yên di nava xaka başûrê Sûriyeyê dewam dikin.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku hêzên Îsraîlê duh êvarî  devera Tel Bat El Werde ya derdora bajarokê Bêt Cin ê gundewarê rojavayê Şamê bi 3 mûşekan topbaran kir. Têkildarî encamên topbaranê ti agahiyên nehatiye dayîn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ewlehiyê dane nûçegihanê me, hêzeke Îsraîlê berbanga îro derbasî gundê Terneca yê bakurê Quneytrayê bû, bi ser malan de girt û lêgerîn pêk anî. Agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

 (sb)

ANHA