Di medyaya erebî de daxuyaniya dawîn a QSD‘ê û nakokiyên Îsraîl-Tirkiyeyê

Medyaya erebî cih dan daxuyaniya dawîn a QSD‘ê ya ku ji qonaxa parastinê derbasî qonaxa avakirinê bibe, siberoja mafên kurdên li Sûriyeyê, her wiha  rageşiya di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de.

Di medyaya erebî de daxuyaniya dawîn a QSD‘ê û nakokiyên Îsraîl-Tirkiyeyê
27 tebax, 2026   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî di rojevên xwe yên îro de biryara dawîn a QSD‘ê û aloziya li Sûriyeyê ya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de nirxandin.

DAXUYANIYA QSD‘Ê

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî berî du rojan li koşa gel a Şamê daxuyaniyek girîng da û diyar kir ku QSD‘ê erka xwe ya parastinê pêk anî û derbasî qonaxa avakirinê dibe.

Medyaya erebî ku cih da vê mijarê, bûyer ne tenê wekî daxuyaniya bidawîbûna mîsyona hêzên leşkerî yên QSD‘ê da, lê cih da qonaxa piştî vê yekê, xwezaya garantî û lihevkirinên ku dê siberoja mafên Kurdan diyar bike.

Rojnameya El Erebî El Cedîd nivîsek bi vî sernavî "Xalên asêmayî yên piştî fesixkirina QSD‘ê: Gelo wê pêvajoya entegrasyonê asteng bike?" weşand. Rojnameyê biryara QSD‘ê wekî xaleke sereke ya veguherînê di têkiliêyn Şam û QSD‘ê de nirxand, lê diyar kir ku ev nayê wateya ku hemû dosya hatin çareserkirin. Hate gotin, hîna pêdiviya hin dosyayan wekî "Rêveber, siberoja dezgehên ewlehiyê, rêveberiya xweser, mafên çandî û siyasî yên Kurdan û rewşa hin teşkîleyên leşkerî" bi çareseriyê hene.

Rojnameya El Exbar a Lubnanê jî nûçeyek bi sernavê "Sozên tevlêkirina şervanên jin û qebûlkirina zimanê Kurdî: Çima QSD‘ê lez da hilweşandina xwe?" weşand. Rojnameyê destnîşan kir ku hîna dosyayên bi nakok hene, lê behsa lihevkirinên girêdayî tevlêkirina YPJ‘ê nava wezareta hundir, beşdarkirina rêveberên Kurd di saziyên dewletê û lihevkirinên têkildarî zimanê kurdî kir.

Rojnameya El Quds El Erebî jî nûçeyek bi sernavê "Lihevkirinên Şam û QSD‘ê: Tevlêkirina yekîneyên jinan a nava wezareta hundirîn û biryarên çavrêkirî yên Ebdî û Ehmed" weşand. Rojnameyê diyar kir ku tê gotin ku ev detayên lihevkirinên; di nav de rewşa parçebûna îdarî, leşkerî, tevlêkirina endam û saziyan di sazumaniya dewleta navendî dawîn bûn.

SÛRIYE BÛYE QADA RÊKBERIYA ÎSRAÎL-TIRKIYE

Medyaya erebî nakokiyên Tirkiye û Îsraîlê bi taybetî piştî êrişa Îsraîlê ya li ser balafirgeha leşkerî ya Ebû El Dihûr a gundewarê Idlibê şîrove kirin.

Rojnameya Şerq El Ewset analîzek di sernavê "Rêveberiya Amerîkayê karibû pevçûnekê di navbera Tirkiye û Îsraîlê de li Sûriyeyê dorpêç bike" weşand. Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên siyasî yên Tel Avîvê diyar kir ku Washingtonê piştî derbeya li dijî balafirgeha Ebû El Dihûr karibû pevçûnekê kontrol bike û Sûriye bûye xaleke rasterast a hesabên Enqere û Tel Avîvê.

Rojnameya El Quds El Erebî sernavê ‘‘Pirsa Îsraîlê di rewşa herêmî ya bi girêk de: El Şeri ber bi ku derê ve diçe?‘‘ da nûçeya xwe. Hate destnîşankirin ku hatina Ehmed El Şera ya li ser desthilatê, rewşeke nû ji bo Îsraîlê li Sûriyê derxistine holê, ev rewşa nû jî Îsraîlê neçar dike ku hesabên xwe di derbarê Şamê de ji nû ve bike.

Rojnameya El Diyar jî cih da riskên berdewama aloziya Tirkiye-Îsraîlê. Di hin nivîsên din jî hate gotin, Sûriye bûye qada ceribandina hevsengiyên nû di navbera hêzên herêmî û navneteweyî de.

(bb)