Îsmaîl Beqaî: Daxwazên DYA’yê daxwazên dermantiqîne

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Beqaî, ji bo teklîfa muzakereyê ya DYA’yê ku ji 15 xalan pêk tê got, “Ev teklîfe xwedî îdiayên mezin e, eleqeya xwe bi rastiyê nîn e û ji daxwazên dermantiqî pêk tê.”

Îsmaîl Beqaî: Daxwazên DYA’yê daxwazên dermantiqîne
30 adar, 2026   18:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqaî, li paytext Tehranê daxuyanî da.

Beqaî diyar kir ku rayedarên DYA’yê her tim helwesta xwe diguherînin û têkildarî teklîfa DYA’yê ya ji 15 xalan pêk tê wiha got, “Ev teklîfe xwedî îdiayên mezin e, eleqeya xwe bi rastiyê nîn e û ji daxwazên dermantiqî pêk tê.”

Beqaî, têkildarî hewldanên Pakistanê yên tevî welatên herêmê jî got ku ev di çarçoveya planên Pakistanê bi xwe de ne û Îran ne daxilî vê pêvajoyê ye.

Beqaî îşaret bi hewldanên dîplomatîk ên bi Tirkiyeyê re jî kir û got ku têkiliya wan a bi Enqereyê re xurte û wiha got: “Bi Tirkiyeyê re têkiliyeke me ya dostane heye. Rayedarên Îran û Tirkiyeyê her tim di nava pêwendiyan de ne.”

Beqaî îdia kir ku di êrişên li dijî Îranê de hinek welatên Kendavê weke baregeh tên bikaranîn û got ku ev rewş li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Beqaî wiha domand: “Me tu caran welatên herêmê weke dijmin nedît. Lêbelê gotina ‘em ne parçeyeke şer in’ têr nake.”

Têkildarî îdiaya ku tê gotin Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb dê dest dane ser mal û milkê îraniyan jî Beqaî ev anî ziman: “Dê mafên hemwelatiyên Îranê bên parastin. Têkiliyên dîplomatîk ên bi Erebistanê re jî didomin. Konsolosxaneya li Lubnanê vekiriye û sefîrê me li Beyrûdê karê xwe didomîne.”

Beqaî ji bo îdiayên êrişa li ser Santrala Nukleerê ya Buşehrê jî got ku tesîs xebatên xwe didomîne û got: “Ev êriş, êrişên pir xeterene. Nîşan dide ku rejîma siyonîst û DYA tu xetên sor nas nake.”

Beqaî îşaret bi bihayê petrolê yê kûrewî kir û got ku ji rewşa Tengava Hurmuzê Îran ne berpirsyare.

Beqaî daxuyand ku rewşa heyî piştî êrişên DYA û Îsraîlê derketiye holê û hinek keştî bi Îranê re bi koordîneyî derbas dibin.