El Sîsî: Ji bilî Trump kes nikare şerê Îranê rawestîne

Serokê Misrê Ebdulfetah El Sîsî banga li hempîşeyê xwe yê Amerîkî Donald Trump kir ku destwerdanê bike şer rawestîne. El Sîsî diyar kir ku berdewama şer dibe ku bihayê petrolê pir bilind bike û gefan li krîza enerjî û xureka cîhanê bixwe.

El Sîsî: Ji bilî Trump kes nikare şerê Îranê rawestîne
30 adar, 2026   18:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Misrê Ebdulfetah El Sîsî ji hempîşeyê xwe yê Amerîkî Donald Trump daxwaza rewestandina şerê li herêmê kir û hişyarî da ku bihayê petrolê 200 dolarî derbas bike.

Di merasîma vekirina Konferans û pêşangeha Enerjiyê ya Navneteweyî ya Misrê (EGYPS) de, El Sîsî got ku ew ji Trump re dibêje, "Ji bilî te kes nikare şerê li herêma me, li Kendavê rawestîne."

El Sîsî anî ziman ku: "Ji kerema te bi me re di rawestandina şer de alîkar be û tu dikarî vê yekê bikî."

(fr)