Îranê kolberekî din qetil kir

Hate ragihandin ku kolberê Kurd ê bi navê Tariq Nezîrî yê ji Selasî Bawecan di encama êrişa hêzên rejîma Îranê de hatiye kuştin. Kolberê hatiye qetilkirin bavê 3 zarokan bû.

Îranê kolberekî din qetil kir
3 cotmeh, 2024   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Rojhilatê Kurdistanê, duh danê êvarê kolberê Kurd ê bi navê Tariq Nezîrî ku xelkê Selasî Bawecanî ye, li ser sînorê Newsudê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve rasterast hatiye gulebarankirin.

Hate diyarkirin ku piştî rakirina nexweşxaneyê Tariq Nezîrî ji ber giraniya birîna xwe jiyana xwe ji dest daye. Tariq Nezîrî bavê 3 zarokan bû.

Li gorî bîlançoya salane ya çalakvanên mafê mirovan ên Îranê, heta nîvê sala 2024’an 270 kolber li navçeyên cuda yên sînor ên di navbera parêzgehên Azerbaycana Rojava, Sine û Kirmaşanê de di encama êrişên rasterast ên hêzên çekdar ên Îranê de, serma û teqîna mayînan, ji çiya de ketina xwarê de, jiyana xwe ji dest daye yan jî birîndar bûne.