Hikumeta Şamê buhayê mazotê dîsa bilind kir

Hikumeta Şamê buhayê mazotê ji sedî 150 bilind kir.

Hikumeta Şamê buhayê mazotê dîsa bilind kir
3 cotmeh, 2024   11:38
HELEB

Wezareta Bazirganiya Navxweyî û Parastina Mezêxeran a hikumeta Şamê duh (2 Cotmeh) biryarek derxist. Li gorî biryarê, buhayê lîtreya mazotê ji 2 hezar lîreyî derket 5 hezar lîreyî.

Li herêmên hikumeta Şamê tevî aloziya debarê û buhabûna pêdiviyan, her malbatek tenê 50 lître mazotê werdigire. Ev miqdar jî têrê nake, lewra şênî neçar dimînin ku ji sûkên reş bikirin ku her lîtreyek bi nêzî 11 hezar lîreyî ye.

Li gorî Wezareta Perolê ya hikumeta Şamê, ji destpêka vê Cotmehê ve dê mazot were belavkirin. Lê pirî caran dereng tê belavkirin.

Di Îlona par de jî hikumeta Şamê buhayên sotemeniyê du caran bilind kiribûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji destpêka Gulanê ve dest bi belavkirina mazotê li şêniyên herêmê kir û hîna didomîne. Her malbatek 300 lîtreyî werdigire. Her lîtreyek jî bi hezar lîreyên Sûriyeyê ye.

(bb)

ANHA