Îran ji ziyanên xwe yê herêmê vegerîne hevkarıya berevanî bi Rûsyayê re dike

Çavdêr dibêjin Îran bi îmzekirina rêkeftina hevkariya stratejîk a li gel Rûsyayê, dixwaze hevbendiyeke bihêz bi Rûsyayê re çêke da ku rê li ber hewldanek êrişa li dijî xwe bigire, di heman demê de Rûsya dixwaze hevalbendên xwe biparêze, bi taybet jî Îranê. Li Xezayê jî rewşek trajîk heye.

Îran ji ziyanên xwe yê herêmê vegerîne hevkarıya berevanî bi Rûsyayê re dike
18 ÇILE, 2025   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro li ser rêkeftina hevkariya stratejîk a Îran û Rûsyayê û peymana agirbestê ya li Xezayê nivîsî.

‘ÎRAN HEVKARIYA PARASTINÊ BI RÛSYAYÊ RE PÊK TÎNE’

Rojnameya El Ereb a Londonê der barê rêkeftina stratejîk a Îran û Rûsyayê de wiha nivîsî: “Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û hempîşeyê wî yê îranî Mesûd Pizişkiyan, roja înê rêkeftina 20 salî ya hevkariya stratejîk îmze kir, ku tê de bihêzkirina hevkariya parastinê di navbera her du welatan de heye. Îran hewl dide xisarên xwe yên herêmê vegerîne, piştî ku baskên xwe li Xeze a û Lubnanê ji dest dan û rêjîma Beşar Esed rûxiya û milîsên Heşdî Şabî li Iraqê neçar man vekişin.”

Rojnameyê her wiha nivîsand: "Çavdêr di wê baweriyê de ne ku Îran ku bandora wê li Rojhilata Navîn pir kêm bûye, lewma dixwaze bi Rûsyayê re hevbendiyeke zexm çêke da ku rê li ber êrişa ji aliyê Îsraîl û Amerîkayê ve bigire, piştî ku wê wekîlên xwe yên ku li şûna wê şer dikirin, ji dest dan. "

‘XEZA… PEYMANA MEZIN’

Rojnameya El Ahram a Misirê behsa peymana Xezayê kir û wiha nivîsand: “Peymana mezin Xeza ye ku divê şerê ev zêdetirî sal û nîvekê dom kir û ketiye sala xwe ya duyemîn, bi dawî bibe, bi milyonan xezayiyên li derve dijîn di nava xelayê de ne û pêdiviya wan bi hemû tiştên jiyanê heye. Heke wilo bêne hiştin ev sûcekî mirovî yê hovane ye ku wijdana Ereban û mirovan bi tevahî nikare ragire.”

Rojnmeyê bal kişand ser vê yekê: "Hemasê giraniya rewşa Xezayê fêm kir û pê hesiya û aliyên ku di peymanê de cih digirin (Misir, Qeter û Amerîka) hewldaneke bêhempa dan ku rayedarên her du aliyan li hev bînin. Ji Gulana borî ve ev lihevhatin di cihê xwe de mabû, lê guhertinên herêmî û yên cîhanî ferz kir ku ev peyman were temamkirin.”

(k)