Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Hiso li Tişrînê şehîd bû

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Hiso 16ˈê Çileyê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Bendava Tişrînê şehîd bû.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Hiso li Tişrînê şehîd bû
18 ÇILE, 2025   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê şehadeta endamê xwe Mihemed Hiso ragihand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hêzên me nûçeya şehadeta yek ji endamên xwe yên dilsoz Mihemed Hiso radigihîne. Mihemed Hiso di bersivdayîna êrişên nemerdane yên dagirkeriyê yên Tirkiye û çeteyên wê de gihaşt asta şehadetê.

Êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gelê me û binesaziya herêmên me dewam dikin. Êrişa vê dawiyê careke din dijminahiya dewleta Tirk a li hember gelê me piştast dike. Em soz didin şehîd Hiso û tevahî şehîdên leheng ên ji hêzên leşkerî û sivîlan ku wê keda wan vala neçe, em ê heya pêkanîna azadî û rûmetê şopdarên rêya wan bin.

Bila serê malbata şehîd Mihemed Hiso sax be. Careke din em soza şopandina rêya wê didin. Heya rizgarkirina her buhosek ji erdê me yê dagirkirî ala têkoşînê li ba bikin.”

Agahiyên der barê nasnameya şehîd:

Nav û paşnav: Mihemed Hiso
Navê dayikê: Helûza
Navê bav: Qasim
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê, 5 Gulan 1970
Cih û dîroka tevlêbûnê: Kobanê, 2 Hezîran 2013
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê-Bendava Tişrîn, 16 Çile 2025.

(bb)